Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Der barê Îpekyuz de fezlekeya ‘moral û motîvasyonê’

Nameya ku parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de re şandibû, weke sedema ‘Moral û motîvasyonê bilind dike’ hate nirxandin û der barê Îpekyuz de bi îdiayên ‘Propaganda’ û ‘Pesindayîna sûc û sûcdar’ fezleke hate amadekirin

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Necdet Îpekyuz di 8’ê sibatê de ji 3 girtiyên ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Îzmîrê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bûn re name şand. Nameya Îpekyuz weke ‘Moral û motîvasyona girtiyan bilind dike’ hate nirxandin û der barê Îpekyuz de bi îdiayên ‘Propaganda kiriye’ û ‘Pesindayîna sûc û sûcdar kiriye’, bi daxwaza destnedayînê fezleke hate amadekirin.

Îpekyuz di nameya xwe de wiha gotibû: “Di vê serdema zilmê de ji ber berxwedana we ya ji bo rûmeta mirovahiyê ez we yek bi yek silav dikim. Divê hûn bizanin ku ji bo mezinkirina berxwedana we û pêkanîna daxwazên we yên herî xwezayî yên ji bo jiyaneke mirovane, çi ji destê min tê ez ê bikim. Di nava van hestan de ez yek bi yek ji we tevan re silav û hezkirinên xwe dişînim.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar