Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Derp heye rapor tuneye

Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi rêve bir de, duh serê sibê bi ser malan de girtin û endamê Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Kalkan û endamên Meclisa Ciwanên Edeneyê jî di nav de 16 kes binçav kirin.

Mûhîttîn Kaya, Şukran û Faruk Efeturk ên hatibûn binçavkirin, piştî ku duh li ewlekariyê îfade dan serbest hatin berdan. Derbarê dosyeya 13 kesên din de heya 24 saetan biryara qedexeya hevdîtina parêzeran hat dayîn. Ahmet Can Bay îro piştî li ewlekariyê îfade da bi fermana dozger hat berdan.

Çavê wî yê çepê werimî bû

Parêzeran piştî biyara qedexeya hevdîtina 24 saetan bi dawî bû, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Parêzeran dan zanîn ku endamê Meclisa Ciwanên HDP’ê Ferhat Kalkan di dema binçavkirinê de hatiye derpkirin. Kalkan derbarê binçav kirina xwe de ev agahî da parêzeran: “Polîsan di dema serdegirtinê de, ez bi erdê re dirêj kirim. Destên min paşve kelepçe kirin. Li ser û çavên min xistin. Pêl pişta min kirin. Ez derp kirim û rastî heqaretên wan hatim. Xwestin min weke kesekê ez bi veşartî dixebitim, pênase bikin. Lê min ji wan re got ez endamê PM’a HDP’ê me. Pişt û erzinka min diêşin.”

Kalkan dest nîşan kir ku dûre wî birine nexweşxanê, jê re gotine derp heye lê rapor tuneye û bi vî awayî rapora derbê ne dane wî. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar