Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 5 Kasım 2025

Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê erkekî exlaqî û mirovî ye

Çavdêrê siyasî Felah Salih jî piştevaniya xwe ya bi kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê nîşan da û wiha got: “Divê welatên Ewropayê dawî li nêzîkatiya xwe ya dûrî bîne, PKK’ê ji lîsteya terorê derbixîne."

Piştî ragihandina kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ li başûrê Kurdistanê her diçe piştevaniya siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, oldar û çavdêrên siyasî ya ji bo kampanyayê zêdetir dibe.

Çavdêrê siyasî Felah Salih ê piştevaniya xwe ya ji bo kampanyayê anî ziman, bal kişand ser derketina PKK’ê ya ji lîsteyê û wiha got: “Ji ber sedemên siyasî û dîsa tunehesibandina hebûna kurdan a li Tirkiye û herêmên kurd lê PKK hat avakirin. Eger ku çav li dîroka PKK’ê bê nêrîn, ji roja ava bûyî heta niha parêzvanî ji bo mafê mirov û xwezayê kiriye.”

PKK ne teror e li dijî terorê ye

Çavdêrî Siyasî Felah Salih bal kişand ser eleqeya gelan a ji bo PKK’ê û têkoşîna wê û ev nirxandin kir: “PKK bûye tevgereke cîhanî, asta herêmî derbas kiriye. Divê li gorî vê nêzîkatî bê nîşandan. Eger em têkoşîna PKK’ê û nêzîkatiya dewleta tirk bînin beramber hev, em ê bibînin bê ka kîjan teror e. Dewleta tirk teroreke dewletî li ser gelê kurd dike. PKK ne teror e, dijî terorê ye.”

Salih diyar kir ku divê Tirkiye li gel PKK’ê rûne ser maseyê diyalogê û wiha domand: “Dema em li dîrokê dinêrin û ezmûnên berê derdikeve holê ku çi dibe bila bibe dawî divê Tirkiye li gel PKK’ê rûne ser masê guftugoyê. PKK nûnerên kurdên bakurê Kurdistanê ye. Eger aştî pêk were û PKK jî lîsteya terorê bê derxistin, mafê gelê kurd bê dayîn, aramî û demokrasî li Tirkiyeyê jî pêk tê.”

Derxistina PKK’ê ji lîsteyê erkekî exlaqî û mirovî ye

Herî dawî çavdêrê siyasî Felah Salih destnîşan kir ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê erkê hemû rewşenbîr û azadîxwazan e, piştgiriya kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bike. Li gorî min ev yek berî erkê mirovî erkekî exlaqî ye. Ji bo wê divê hemû kes xwedî rol bin ku bikare zextekê çêbike, ji ber ku ev yek di berjewendiyê hemû gelên herêmê de ye.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar