Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Destana Serêkaniyê: 75 çete û leşker hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn

Şervanên HSD’ê li Serêkaniyê berxwedaneke destanî dimeşînin. Hat zanîn ku di encama berxwedana îro de 2 erebeyên doçkabarkirî û 7 panzêr hatin rûxandin û 78 leşker û çete hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê didomînin. Artêşa dagirker hewl dida ji sê aliyan ve derbasî bajêr bibe. Li şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berxwedaneke dîrokî dimeşîne û nahêle ku hêzên dagirker bikevin bajar.

Hêzên dagirker îro jî gelek caran xwe ceribandin ku bikevin navenda bajar. Lê her carê jî rastî bersivên tund ên şervanan hatin û derbên mirinê xwarin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî yên Serêkaniyê, îro li derdora bajêr derbên giran li dagirkeran hatin xistin û di encamê de 2 erebeyên doçkabarkirî û 7 panzêr hatin teqandin. Şervanan ragihand ku bi giştî şerê îro de 78 çete û leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

Şer û pevçûnên di navbera şervanên HSD’ê û komikên dagirker de bi hemû dijwariya xwe didome. SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar