Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li ber çavê cîhanê li ser Kurdan komkujiyan pêk tîne û cîhan li hemberî vê bêdeng e. Roja 27’ê Çileyê balafira bêmirov a bombebarkirî li bajaroka Çarqune ya ser bi navçeya Ranyayê wesayîta ku rojnamevan Ezîz Koyluoglû têde bû hedef girt. Di encama êrîşê de rojnamevan Ezîz Koyluoglû şehîd bû. Derbarê şehadeta rojnamevan Ezîz Koyluoglû de çalakvanên navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperînê axivîn.
Çalakvan Xazî Refet da diyarkirin ku rojnamevan Ezîz Koyluoglû yek ji rojnamevanên diyar û bi cesaret ên Kurdistanê bû ku di ragihandina azad de kar dikir. Xazî got: “Dewleta Tirk hertim ji dengên azad û pênûsên biwêr ditirse. Ji berku ew heqîqetê digihînin cîhanê û li ser asta navdewletî bandorê dikin.”
Di dewamê de Xazî Refet da zanîn ku dewleta Tirk hertim firset ji pêvajoyên aştiyê wergirtiye û got: “Her dema ku behsa aştiyê tê kirin, ji hemû demê metirsîdartire. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst gihiştiye qonaxekî gelek metirsîdar, ji bo wê hertim rojnamevanan û xelkê sivîl hedef digire. Du armancên van êrîşan hene, ya yekem tinekirina rojnamevanên ragihandina azad, ya duyem jî tirsandina xelkê Başûrê Kurdistanê ye daku piştgiriya dengên azad nekin.”
Di dawiyê de jî çalakvan Xazî Refet got ku divê Kurd niha hemû pirsgirêkên xwe yên siyasî bidin aliyek û xwe ji bo qonaxa nû ya ji bo jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn amade bikin.
Çalakvan Dastan Elî jî li ser heman mijarê got: “Dewleta Tirk êrîşên xwe yên terorîstî berdewam dike, êrîşên dewleta Tirk cihê şermezariyê ne, bi êrîşan bersiva bangên ji bo aştiyê dide. Gelê Kurd hertim aştîxwaze, lê dewleta Tirk hertim mafên Kurdan înkar kiriye. Dewleta Tirk hertim rojnamevan û sivîlan hedef digire û teror dike. Bingehê dewleta Tirk li ser kuştin û înkara Kurdan avabûye. Li beramberî van kiryarên qirêj de jî cîhan bêdeng dimîne.”
Dastan Elî da zanîn ku erkek li ser hemû Kurdan bi taybetî jî partiyên muxalefetê li beramberî êrîşan rabin û got: “Ev êrîş binpêkirina sinorên welatekî dine, li herêmekî ku bi xwîna hezaran şehîd azad bûye, dewleta Tirk bi rehetî tê sinor derbas dike û karên xwe yên terorîstî pêktîne. Ev êrîş li gor hemû yasayan karekî nemirovî û neexlaqî ne.”
Di dawiyê de jî Çalakvan Dastan Elî got: “Şehîd xistina rojnamevan Ezîz Koyluoglû terorek reş û karek bêexlaqî ye. Komek li Başûrê Kurdistanê ketine di nava xeta xiyanetê de û destê wan di van karên terorîstî de hene. Îro be yan sibe be wê roja wan were û di dadgehên gel de bên cezakirin.”