Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Desthilata faşîst 3 şaredariyên DEM Partiyê dagir kir

Desthilata faşîst  AKP-MHP’ê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê dagir kir. Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ev peyan da: “Em ê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de paşvegavê neavêjin.” 

Wezareta Karên Hundir a desthilata faşîst Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dagir kir. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Biryara tayînkirina dagirkirinê ji Hevşaredar Ahmet Turk re hate ragihandin.Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam da: “Em ê tu caran dev jê bernedin. Em ê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de paşvegavê neavêjin. Em ê rê nedin xespkirina îradeya gel. Bila ev yek wiha bê zanîn!”

Her wiha Şaredariya Êlihê jî hat dagirkirin û avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk têkildarî dagirkirinê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. Sonuk, bertek nîşan da û wiha got: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi dengên jin, ciwan û gelê me, bi saya kedê gelê me li seranserî Tirkiyeyê bi rêjeya herî mezin em hatin hilbijartin. Beriya ku teblîxatek were şandin, di saetên serê sibehê de şaredariya me hate xespkirin. Me tu caran ev rejîma talanker û xespkar qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Şaredarî yên gel in.”

Şaredariya Xelfetî ya Rihayê jî hat dagirkirin. Di saetên zû yên serê sibehê de avahiya şaredariyê hate dorpêçkirin. Hevşaredar Mehmet Karayilan hate binçavkirin. Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan diyar kir ku biryara dagirkirinê ji hêla polîsan ve hatiye teblîxkirin û jî wiha got: “Ev biryar tê wateya nenaskirina îradeya gelê kurd. Bi sala ye wiha didome. Gelê me îradeya xwe raber dike ku xwe birêve bibe. Zîhniyeta ku vê ranagire, her carê derdikeve holê. Ev, zilm e. Gelê me vê heq nake. Em ê heta dawiyê li cem gelê xwe cih bigirin. Em ê paşvegav neavêjin. Em ê her tim di nav gel de bin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Em hevşaredar ji hêla gel ve hatin hilbijartin. Her çend bi awayeke fermî li ser peywira xwe nebin jî em ê bi gelê xwe re bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar