Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Desthilata PDK’ê zilmê li gelê Kurd dike

Mamostayên olî yên Helebce û Seyîdsadiqê diyarkirin ku desthilata PDK’ê zilmê li gelê Başûrê Kurdistanê dike û gotin: “ilma ku ev desthilat li gel û Kurdistanê dikin, ne berê nejî niha ti mînakên wê nîne. Zilma ku beriya niha dîkdatorên Iraqê cîhanê li beramberî gelê Kurd kirin û temam nekirin, niha desthilata Kurdî (hikûmeta Herêmê) dixwaze wê zilmê temam bike.”

Zilm û zextên destjhilata PDK û malbata Barzanî li ser gelên Başûrê Kurdistanê ji dijminên Kurdan dijwartir e. Mamostayên olî yên Helebce û Seyîdsadiqê di derbarê nedana muçe, nebûna elektrîkê û bêdadiya ku hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê li beramberî welatiyan dike de ji Rojnewsê re axivîn.

Melayê Mizgefta Berkêw ya Seyîdsadiq Rêbwar Belxeyî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku kesên di nava hikûmeta demborî ya herêmê de erkdarin ne hêjayî wî cihîne û got: “Kesên hêjayî wî cihî ew kesin yên ku di asta pêwîst de xizmeta welatiyan dikine.”

Di dewamê de Mela Rêbwar Belxeyî diyarkir ku hikûmet sedemên nedana muçe hemû dixe ser stûyê hikûmeta Iraqê û got: “Lê ti tawanê Bexdayê nîne, ji berku ew daxwaza dahata neftê û dahata navxwe ji hikûmeta Herêmê dikin. Hikûmeta Herêmê vê daxwaza hikûmeta Iraqê qebûl nake û dahatê radest nake daku bikarin baştir diziyê bikin.”

Mela Rêbwar got: “Zilma ku ev desthilat li gel û Kurdistanê dikin, ne berê nejî niha ti mînakên wê nîne. Zilma ku beriya niha dîkdatorên Iraqê cîhanê li beramberî gelê Kurd kirin û temam nekirin, niha desthilata Kurdî (hikûmeta Herêmê) dixwaze wê zilmê temam bike. Ev çend mehin muçe nedane, nû ji nûve kanalên dilsozên wan radigihîn ku wê muçe bi ser welatiyan de bê belavkirin.”

Mela Rêbwar da zanîn ku ger ev desthilat van nêzîkatiyên xwe yên li beramberî gel berdewam bike, wê çarenûsa wan ji ya desthilata Beşar Esed xirabtir bibe û li ti welatek cihê wan nebe.

Melayê Mizgefta Paşa ya Helebce Mela Luqman Omer jî diyarkir ku hikûmeta Herêmê zilmê li gel dike û got: “Pere heye, lê muçe nadin, elektrîkê difiroşin Iraqê lê gelê wî bi xwe bê elektrîke. Zarokên berpirsan li ser dahata bîrên neftê dijîn. Pereyê bîrên neftê bi ser xwe de dabeş kirine, gel jî neft nîne. Ev desthilat di hikûmraniya Kurdî de mînakek xirabe. Wek gel me dixwest hikûmet mîna babek baş bûya. Divê ji bilî başkirina jiyana welatiyan, alîkariyê bi beşên din ên Kurdistanê re jî kiriba.”

Di dewama axaftina xwe de Mela Luqman got: “Dabeşnekirina muçe zilmek mezine li beramberî welatiyan tê kirin. Divê serkirdeyên Kurd wane ji serkirdeyên dewletên herêmî wergirtiba. Nimûneya herî zindî jî Beşar Esed ku dahat û serweteke zêde komkiribû. Lê nekarî xwe li beramberî serhildana gel bigire. Serweta xwe hemû di cih de hişt û reviya. Serkirdeyên Kurd jî evqas serwet komkirine, ev zilme li gelê xwe dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar