Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Desthilata qirker a AKP-MHP’ê çemê Hêzilê bi HES’an qir dike

Desthilata qirker a AKP-MHP’ê li ser çemê Hêzilê ku di navçeya Qilebanê re derbas dibe, HES'eke bi hêza 33,247 MWe bê çêkirin. Maliyeta HES'ê 810 milyon lîre ye. Heta niha li ser çemê Hêzilê 2 HES'ên din jî hatibûn çêkirin, bi vê re wê bibe HES’a 3’yemîn.

Desthilata qirker a AKP-MHP’ê xwezaya Kurdistanê bi çekên kîmyewî û şîrketên alîgir qir dike. Li erdnîgariya Şirnexê texrîbata ekolojîk bi her awayî didome. Li çiyayên Cûdî, Gabar, Kato û Herêma Bestayê 4 sal in xweza bênavber tê texrîbkirin. Lêgerîna petrolê û madenan, ocaxên qûmê, projeyên HES’ê û birîna bi hezaran daran erdnîgariyê bênefes hiştiye.

Li navçeya Qilebanê ku tevî gundan nifûsa wê 44 hezar û 924 e, heya niha zêdetirî 10 bendav hatine çêkirin û ve bendav di gundê Hîlal, Ziravik, Nêrweh, Bilih, Kiror û Roboskiyê re derbas dibin.

Şîrketên enerjiyê herî dawî çav berdana Herêma Heftborî ya çemê Hêzilê ku salê bi hezaran kes tê lê digere, pîknîkê dike. Herêma Heftborî ya girêdayî bajaroka Sêgirkê ya Qilebana Şirnexê bi xwezaya xwe ya bedew tê naskirin.

Wê şîrketa Enerjiyê ya Kaizen li Herêma Heftboriyê Santrala Hîdloelektrîkê (HES) a bi hêza 33,247 MW çêbike. Tê gotin wê ev santral bi 810 milyon TL’yî bê çêkirin. Tê îdiakirin ku Şaredarê Sêgirkê Alîhan Babat ê di hilbijartina 31’ê ADarê de ji Partiya Yenîden Refahê hat hilbijartin û malbata wî îhaleya HES’ê girtiye. Nehat hînkirin ku wê kengî dest bi çêkirina projeyê bê kirin.

Berö ji lı ser çemê Hêzilê Bendava Silopiya û HES û HES’a bi navê Koma Enerjiyê ya Silopiyayê hatibû çêkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar