Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 19 Nisan 2025

Desthilatdara faşîst AKP-MHP şaredariyên gel krîmînalîze dike

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê daraz kiriye amûra ber destê xwe û got: "Desthilatdariya AKP'ê di hilbijartinên herêmî de têkçû, vîna gelê Kurd tine dihesibîne û hewl dide şaredariyên me krîmînalîze bike. Di serî de gelê Kurd gelên Tirkiyeyê vê yekê ti carî qebûl nakin."

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê winda dike û ji ber vê hewl dide bi zora dewletê vîna gel desteser bike. Desthilata faşîst ji sala 2016’an û vir ve vîna gel desteser dike û şaredariyan dagirk dike. Piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an 7 şaredariyên DEM Partiyê û 2 şaredariyên CHP’ê hatin dagirkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya girtina hevşaredaran û dagirkirina şaredariyan nirxand. Adalet Kaya diyar kir ku rewşa ku em pê re rû bi rû ne, ne nû ye û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê di hilbijartinên herêmî de têkçû, vîna gelê Kurd tine dihesibîne û hewl dide şaredariyên me krîmînalîze bike. Mixabin hevşaredarên me yên ku ti lêpirsînek li hemberî wan nîne, bi rêya ‘şahidiya veşartî’ bi lez dikevin ber lêpirsînê û hincet ji tayînkirina qeyûman re tê afirandin. Ev yek bi temamî yek ji karên derhiqûqî yên desthilatedariyê ye ku dadgerî li ber destê xwe kiriye amûrek. Di serî de gelê Kurd gelên Tirkiyeyê vê yekê ti carî qebûl nakin.

Li her devera ku qeyûman tayîn dikin, gel bi berxwedanê li ber rabû. Desthilatdarî êdî baş bi vê zane; êdî di nava civakê de cihekî xwe nîne. Me ev yek herî dawî di hilbijartinên xwecihî de dît. Piştî hilbijartinên xwecihî, ji me hebû ku desthilatdariya AKP’ê wê dersê werbigire. Mixabin em ji pratîka qeyûman dibînin ku ders wernegirtine. Desthilatdariya AKP-MHP di ti polîtîkaya xwe de cih nade daxwaza civakê. Di demekê de ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ketiye rojevê, zemînek ji bo vê hatiye afirandin, karekî ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û afirandina şert û mercên azadiya wî hatiye afirandin, tayînkirina qeyûman vê pêvajoyê têk dibe.”

Adalet Kaya destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên qeyûm divê xeteke têkoşînê ya topyekûn bê avakirin û got, “Ne tenê ji derdorên çep û sosyalîst ên li Tirkiyeyê re banga min li hemû gelên li Tirkiyeyê ye; qeyûmên li ser vîna gelê Kurd hatiye tayînkirin divê tenê weke hewldanek li dijî Kurdan neyê dîtin. Em îro dibînin, mîna li Beşîktaş û Esenyûrtê, li şaredariyên ne ji partiya me jî qeyûm tê tayînkirin. Divê bibînin ku ev rewş wê berfireh bibe. Tayînkirina qeyûman darbeyek li dijî demokrasî û destûra bingehîn a Tirkiyeyê ye. Em vê yekê li her derê tînin ziman. Divê hemû beşên civakê yên li Tirkiyeyê baş bi vê zanibin. Ev rewş têkoşîneke demokrasiyê ye. Lewma divê bi îtiraza xwe li ber vê yekê rabin. Jİ ber vê jî divê her kes dengê xwe bilind bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar