Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

‘Destkeftiyên kurdan di hedefa bloka faşîst a AKP-MHP’ê de ne’

Li Wanê di roja 43’yemîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin ku bloka faşîst a AKP-MHP’ê her tim êrîşî destkeftiyên gelê kurd dike lê çi dikin bila bikin serkeftin dê ya gelê kurd be

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin. Ji bo protestokirina biryara tayînkirina qeyûman, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî dest bi çalakiya Nobeda Demokrasiyê kir. Di roja 43’yemîn de jî li Wanê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin.

Çalakî li ber avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hate lidarxistin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç û Mûsa Farisogullari, hevşaredarên navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî amade bûn. Çalakvanan pankarta ‘Ne rêveberiya qeyûm, vîna gel’ vekiribûn û dirûşma ‘Bijî berxwedana Wanê’ berz kirin.

‘Serkeftin dê ya gelê kurd be’

Di çalakiyê de li ser navê girseyê parlamenter Mûsa Farisogullari axivî. Farisogullari got ku dê bloka faşîst nekare vîna gelê kurd têk bibe û wiha dom kir: “Kengî îradeya gelê kurd bi ser keve, bloka faşîst a AKP-MHP’ê şer dide destpêkirin. Li hêla din jî li dijî destkeftiyên gelê kurd ên li rojavayê Kurdistanê amadekariyên êrîşê yên mezin hene. Her wiha tecrîda li ser birêz Ocalan jî didome. Lê divê neyê jibîrkirin ku dê têkoşîna gelê me bi ser keve.”

Piştî daxuyaniyê jî girseya çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de helbesta ‘Kêr di hestî de ye’ hate xwendin û çalakî bi strana ‘Ay Dîlberê’ bi dawî bû. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar