Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê di her alî de êrîşî hebûn û deskeftiyên gelê Kurd dikin. Bi taybetî jî şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistine dagir dikin û hevşaredaran binçav dikin û digirin. Herî dawî hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslihan Orûç, Yakup Daniş û Hikmet Bakirhan hatin binçavkirin.
Welatiyên li hemberî hewldana binçavkirin û tayînkirina qeyûman li ber şaredariyê hatin cem hev, gotin ku ev pêkanîn wê encam nede.
Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Şukran Aktaşê bertek nîşanî binçavkirina hevserok û endamên meclisê da û got: “Vê carê ji tayînkirina qeyûman cudatir e. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, tayinkirina qeyûm ne pêkan e. Jixwe qeyûm darbeya li vînê ye. Em bi tu awayî qebûl nakin Pêkanîneke antîdemokratîk e. Demildest divê dest ji van pêkanînan bê berdan û hevşaredar bên berdan û dest ji vê bêhiqûqîtiyê bê berdan.”
Welatiya bi navê Çaglar Firat jî diyar kir ku binçavkirin û dagirkirina şaredariyê ne qanûnî ye û wiha got: “Nîşaneya herî girîng a demokrasiyê ya li Tirkiyeyê hilbijartin e. Ji ber vê yekê êdî tenê hilbijartin têrê nake. Divê em cihên xwe biparêzin. Gelê me di vî warî de hestiyar e. Dê ev pêkanîn bi tu awayî bi ser nekevin.”
Endama Kampus Cadilariyê Fatma Erdalê jî got: “Em jin bi rastî jî dizanin ku ev polîtîkaya qeyûmê bi dijminatiya bi sedsalan a li hemberî Kurdan û polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên li dijî gelê Kurd e. Bi vê rêbazê jin ji mafên civakî û giştî bêpar in. Hevserokatiya ku îradeya siyasî ya gelê kurd li qadên herêmî bi dest xistiye, tê xwestin bê binpêkirin. Em dizanin ku ev amadekariyên ji bo tayinkirina qeyûm in. Em bang hemû jin, karker û kedkaran dikin ku li dijî vê siyaseta qeyûm li ber xwe bidin.”
Hevserokê DEM Partiyê ya Tarsûsê Fûat Yaman bertek nîşanî dagirkirina şaredariyê da û got ku li tu derê cîhanê pêkanîneke wiha antîdemokratik tune ye. Welatiyê bi navê Mslum Tanli jî destnîşan kir ku divê her kes li dijî vê rabe.