Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Dewleta tirk 21 kesên li Amedê binçavkirin piştî 12 rojan sewqî edliyeyê kirin

Hêzên dewleta tirk 21 welatiyên ji Amedê ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê binçav kiribûn, piştî 12 rojan sewqî edliyeyê kirin

Li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Fermandariya Cendirmeyan a Amedê di 8’ê kanûnê de bi ser gelek gundên girêdayî navçeyên Amedê de girt. Di encama serdegirtina gundan de 21 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. Piştî 12 rojan jî welatiyên hatine binçavkirin sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Hat zanîn ku welatî di dema binçavkirinê de hatine îşkencekirin û bi îdiayên ‘Endamtiya rêxistinê’ û ‘Alîkarî daye rêxistinê’ ten tawanbarkirin.

Navên kesên di 8’ê kanûnê de hatine binçavkirin wiha ne: “Îsmet Yildiz û Hakan Yildiz ên ji gundê Alanqozê, Mehmet Akyuz ê ji gundê Arwariya Jor, keya Nahît Toprak ê ji gundê Xebexidir ê Rezanê, Îsmet Akar ê ji gundê Dogerê, Îbrahîm Çîftçî, Recep Çîftçî û Lokman Çîftçî yên ji gundê Kerik ê Çinarê, Abdulkadîr Yagar ê ji navenda Peyasê, Ahmet Dogan, Mehmet Birak, Ahmet Derse û Firat Çetîn ên ji gundê Qirxaliyê yê Peyasê, Zekî Guçlu yê ji gundê Esentepeyê û Kasim Eken, Abdulkadîr Eken û zarokên wan Hogir Eken, Botan Eken û D. Eken ên ji gundê Misîrik ê Çinarê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kasim Eken (40) di roja 5’emîn a binçavkirinê de hatibû berdan. Her wiha Abdulkadir Eken û  D. Eken jî li şaxa zarokan tên girtin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar