Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Dewleta Tirk 8 car in tehliyeya Fahriye Ceylan taloq dike

Girtiya bi navê Fahriye Ceylan tahliyeya wê caran 8’an hat taloqkirin. Dayika Fahriye Ceylan, Sultan Ceylan da zanîn ku 10 sale naçe hevdîtina keça xwe û tahliyeya wê bi awayekî kêfî tê talqokirin. Sultan Ceylan got divê keça wê demildest bê berdan.

Binpêkirinên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj giran dibin. Tahliyekirina girtiyan bi hincetên kêfî ji aliyê lijneya şopandina îdarî ya girtîgehê ve tê astengkirin. Yek ji girtiyên ku tahliyeya wê tê taloqkirin girtiya bi navê Fahriye Ceylan ya 32 sale girtiye û niha li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê girtiye. Hat hînbûn ku tahliyeya Fahriye Ceylan 8 caran hatiye taloqkirin. Tahliyeya wê bi hincetên ‘îfadeyên samîmîn nade’, ‘poşman nabe’ hat taloqkirin û vê carê jî bi hinceta ‘ne amadeye derkeve nav civakê’ hat taloqkirin.

Sultan Ceylan diyar kir ku cezayê keça wê temam bûye, du sale bi cezayên din lê dibirin û tahliyeya wê tê taloqkirin. Sultan Ceylan wiha anî ziman: “10 sale neçûme hevdîtina keça xwe. Dema keça min nû hat girtin salekê li Amedê ma. Piştre şandin Êlihê. Li wir 17-18 salan girtî ma. Piştre şandin Edeneyê. Salekê li wir ma û piştre şandin Alanyayê. 12 sale li Alanyayê ye. Dûr e. Ez nexweşim. Dilê min diêşe. Ez du sal berê anjiyo bûm. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Bila kes nemire. Em aştiyê dixwazin.”

Sultan Ceylan wiha anî ziman: “Bi taybet girtiyan ji malbatê dûr dixin. Em dixwazin aştî pêk bê. Bila ev binpêkirin bidawî bin. Alanya dûr e. Dizanin gel xizane û nikarin biçin cihê dûr. Me got em pere bidin bila bînin Amedê lê qebûl nekirin. Ev 10 sale ez nikarim biçim cem keça xwe. Rewşa hemû girtiyan wek heve. Eziyetê bi me dikin. Ez bang li hemû dayikan dikim. Bila bibin hevparê vê dozê. Bila zirar negihêje zarokên me. Em dest bidin hev bila ev eziyet bi dawî be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar