Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Dewleta Tirk a dagirker alozî û pirsgirkên li Sûriyeyê kûrtir dike

Piştî hilweşandina rejîma Baas ya Sûriyeyê, rewşa Rojhilata Navîn bi awayekî wisa tevlihev bûye ku pir zehmete mirov xwendineke bitendurist ji bo pêşeroja Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bike. ji ber ku pêkhateyên Sûriyeyê li benda vê rojê bûn ku rejîma Esad hilweşe û vegerin ser rêya azadiyê. Lê hegemonîxwaziya hêzên herêmî û navnetewyî û hebûna hêzên çekdar yên biyanî li nav Sûriyeyê rewşê aloztir kiriye.

Destpêka şereke bi xwîn û aloz li Sûriyeyê destpê kir. Dema ku bi destê hêzeke ku beşeke mezin ji wan biyanî ne û ji kevne DAIŞ, El-Qaîde û hêzên tundrew yên Tirkiye û Çeçenistanê pêk tên, li ser Helebê dest bi êrişan kir. Her wekî hêzên PDK û Iraqê di sala 2014’an de çawa Şengal û Mûsil berdan û reviyan, bi heman awayî rejîma Esad ya Sûriyeyê jî bêyî ku şer bikin herêm bi herêm wek ku lihevkirineke pêşwext li ser hatibe kirin, ji bo Tehrîr el-Şam (HTŞ) berda. Vê yekê jî gûman zêdetir kir, ji ber ku çend roj berî êrişa koma Tehrîr el-Şam li ser Helebê, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê û serokê dezgeha îstixbarata Îsraîlê Mossadê serdana Tirkiyeyê kiribûn û civîneke veşartî pêk anîbûn.

Di heman çarçoveyê de civîna serokê NATO û Erdogan jî pêk hatibû. Hinek çavdêr gûman dikin ku li hemberî eşkerekirina tunelên Hemasê ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo Îsraîlê, dixwazin pêşiya dewleta Tirk a dagirker heta radeyekê li Sûriyeyê vekin. Herwiha destpêka êrişên Tehrîr el-Şam piştî rojekê ji rawestandina şer li Lubnanê hat, ev jî van texmînan xurtir dike.

Dewleta Tirk a dagirker dest ji xewna vejandina Mîsaqî Millî bernade. Rasterast piştî kontrolkirina Helebê ji aliyê Tehrîr el-Şam û vekişîna hêzên Îran û Rûsyayê ji axa Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên bi navê opozîsyonê ku çend roj berê li Hewlêrê di bin çavdêriya PDK û MÎT de civiyabûn, bi sûdwergirtin ji van tevlihevî û aloziyan, dest bi êrişên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk û herêmên Rêveberiya Xweser bi taybet cihên Kurdan kirin. Bi van êrişan dewleta Tirk û çeteyên wê bi hevkarên xwe yên dijminên gelê xwe hewl dide ku Kobanê, Minbic û hemû herêmên di bin desthilata Kurdan yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Di heman demê de dewleta Tirk bi awayekî wisa keyfxweş bûbû ku di nav van tevliheviyên Sûriyeyê de Berpirsê saziya îstixbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) Îbrahîm Kalin, digel Mihemed Colanî serokê desteya Tehrîr el-Şam nimêja yekemîn piştî hilweşîna Esad kirin.

Ji aliyekî din ve Erdogan bi xwe wek mizgînî ragihand ku “Heleb, û Şam û çendîn herêmên din wekî Riha êdî dikarin bêjin bajarekin ji Tirkiyeyê.” Ev jî bi temamî planên dewleta Tirk eşkere kir ku bi navê dijatiya terorê ku di rastiya dewleta Tirk de dijayetiya gelê Kurde, dixwaze rewatiyê bide dagirkirinên xwe, di nav guherînên nû yên Rojhilata Navîn de parçeyek ji keka Sûriyeyê bikeve ber para wê. Lê diyar nîne ku hevrikiya hegemonîxwaziyê dê bihêle bi dilê xwe binivîse yan na.

Piştî hilweşîna rejîma Baas ya Sûriyeyê û kontrolkirina wê ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam ve, hikûmeteke demkî hat pêkanîn ku zêdetir bêhna hikûmeteke Îslamî ya tundrew jê tê. Ji ber ku tu ji pêkhateyên Sûriyeyê û jinan di vê hikûmetê de cih negirtine. Belkû kesên nêzîkî Mihemed Colanî wezîfeyên vê hikûmeta demkî bi awayek demkî wergirtine. Vê yekê jî hîn di destpêkê de ji raya giştî ya cîhanê re nîşan da ku hikûmekete Elewî rûxiya û hikûmete Sunnî cihê wê girtiye. Her çend Tehrîr el-Şam bang dike ku divê hikûmeta pêşerojê bêyî cudahî ji bo hemû gelên Sûriyeyê be. Lê bi vî awayî ev hikûmet û desthilat nabe sêwanek ji bo hemû gelên Sûriyê û pêşeroja gelên Sûriyê dibe rewşeke metirsîdartir.

Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê, bi pêşengtiya rasterast a dewleta dagirker a Tirk, planên qirêj û komkujî li dijî Kurdên Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kirin. Lê Rojava ji aliyê leşkerî û civakî ve aktoreke bihêze û Rêveberiya Xweser her du gavên parastinê û siyasetê bi hev re pêş dixin. Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek mînaka pêkvejiyan û sêwana gelan ma. Çawa ku Rêveberiya Xweser di 12 salên borî de hemû pêkhate parastin û bi pêkhateyên Ereb, Tirkmen, Suryanî û gelek yên din re bi yek dest û di bin sêwana Rêveberiya Xweseriyê de parastina tevahiya wê erdnîgariyê kirin, bi heman awayî heta niha jî tekoşîna xweya ji bo pûçkirina konsept û planên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber û bê westan didomînin.

Di heman demê de Rêveberiya Xweser projeyek pêşkêş kiriye ji bo ku di nav yekparçeyiya axa Sûriyê de mafê gelan û hemû pêkhateyan were parastin.Her wiha soz dane ku heta bêhna kêliya dawî li dijî êrişên tunekirinê yên dewleta Tirk, çeteyên wê û her hêzeke bixwaze êrişî wan bike ji bo parastina Kurd û pêkhateyên di nav Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wê li ber xwe bidin.

PDK jî li Sûriyeyê di çarçoveya planên dewleta Tirk a dagirker de tevdigere û tu gavên ji bo bangên yekîtiya netewî ya Kurd navêje. PDK di vê rewşa dijwar û hestiyar de weke her carê berê tîrên xwe dide Kurdan û xizmeta mezintirîn dijminê gelê Kurd dewleta Tirk a dagirker dike. Li gorî nûçeyeke ANF’ê, di roja 14’yê Kanûnê de li bajarê Hewlêrê MÎT, Parastin û ENKS’ê civîneke hevbeş pêk anîne û li gorî agahiyan civîn sê saet dom kiriye.

Li gorî agahiyên ajansê, di civînê de biryar hatiye dayîn ku ENKS beşdarî yekrêziya Kurdî li Rojava nebe. Piştî vê biryarê, gotinên rêveberên ENKS’ê li dijî yekîtiya Kurdan zêdetir bûn.

Li gorî agahiyên ajansê, malbata Barzanî û dewleta Tirk li hev kirine û ENKS jî li gorî biryarên wan gavan davêje.

Ev jî nîşanderê wê rastiyê ye ku PDK’ya Barzanî ders ji rewşa Başûrê Kurdistanê wernegirtiye û dixwaze heman siyaseta du rêveberiyê ya li Başûrê Kurdistanê ku bûye belaya serê Başûr, li Rojavayê Kurdistanê jî bicih bîne.

Di heman demê de piştî daxuyaniyeke Mihemed Colanî, ku heta niha jî di lîsteya terorê ya Amerîka, Îsraîl û welatên Ewropayê de ye, rasterast Mesûd Barzanî amadekarî û piştgiriya xwe nîşan da. Lê çendîn car Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ku Kurde, ji bo azadiya gelê xwe bi gelên din yên herêmê re temenê xwe hemû daye têkoşînê, çendîn car ji bo yekrêziya Kurd li Sûriyeyê bang li Mesûd Barzanî kir, lê Barzanî bi gotinekê jî bersiva van bangên wî neda.

Piştî hilweşîna rejîma Baas ya Sûriyeyê, alozî bi awayekî wisa belav bûne ku tu asoyeke zelal di pêşeroja Sûriyê de nayê dîtin. Ji aliyekî ve hêzên hegemonîxwaz yên wek Brîtanya, Îsraîl û Amerîka hewl didin nexşeya nû ya Rojhilata Navîn bicih bînin ku li gorî berjewendiyên xwe reng kirine, ji aliyekî din ve dewleta Tirk a qirker ji bo vegerandina Mîsaqa Millî û xewna Osmanî ya ji gorê derxistî hewla dagirkeriyê dide. Ji ber vê yekê ne diyare ku hatina beramberî hev ya dewleta Tirk a faşîst û welatên din li ser axa Sûriyê dê pêk were, an na. Her wisa ne diyare ku gelo şerê wekaletê ji aliyê komên çeteyên tundrew ve dê bidome û dê ew ji ser axa Sûriyê bên paqijkirin. Ji ber vê yekê hemû pêşbînî ji me re dibêjin ku pêşerojeke baş li benda Sûriyeya nû nîne.

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar