Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ-SMO’yê re li be çavên cîhanê êrîşî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û komkujiyan pêk tînin. Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bilançoya 2024’an a êrîş û kiryarên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkere kir. Di vê bîlançoyê de hat belgekirin ku 125 caran balafirên keşfê li cihên cuda dane, di encamê de 6 jin û 4 zarok birîndar bûne. Her wiha 115 caran bi obîsan herêm hedef girtine, di encamê de 6 jin û 20 zarok birîndar bûne 7 jin û 16 zarokan jî jiyana xwe ji dest dane. Di encama pevçûnan de jî 2 jin û 5 zarok birîndar bûne.
Rêxistinê diyar kir ku di encama kiryarên çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk de 14 kes hatine revandin di nav de jin û zarok jî hene. Her wiha di encama 17 teqînan de 6 zarok birîndar bûne û 6 jin û 2 zarokan jî jiyana xwe ji dest dane. Di encama bûyerên sûc de 4 jin û 8 zarok birîndar bûne her wiha 12 jin û 12 zarokan jî jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de di rêwîtiya koçberbûna gelê Efrînê ji Şehbayê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma derbarê kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, axivî.
Evîn Cuma di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên di sala 2024’an de û got: “Di sala 2024’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kirin. Armanc bi van êrişan ew e ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibin. Her wiha kiryarên xwe jî li herêmên dagirkirî zêde kirin. Minbic û Şehba hatin dagirkirin. Minbic piştî hat dagirkirin çeteyan dest bi kuştin, dizî, talan, revandin, destavêtin û darvekirina sivîlan kirin.”
Evîn Cuma qala rêwîtiya koçberên Efrîn û Şehbayê kir ku çeteyan hemû rê li ber koçberan girtin ji bo ku sûcên xwe pêk bînin û wiha axivî: “Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Şehbayê dijwartir kirin, hemû rê li herêmê girtin bi armanca dorpêçkirina gel û pêkanîna komkujiyên xwe. Ji bo parastina rûmet û zarokên xwe ji komkujiyên dagirkeran koçberên Efrînê neçar man careke din koçber bibin û ji Şehbayê derkevin. Di rêwîtiya dirêj a koçberên Efrîn û Şehbayê de, gel ji hêla çeteyan ve rastî dizîn, revandin û gotinên derexlaqî hat.”
Evîn Cuma qala êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya xwe ya dagirkirina xaka Sûriyeyê û guhertina demografîk li herêmê berfirehtir bike. Êrişên li ser bendava Tişrînê sûcek mirovî ye ji ber ew bendav jêdera bingehîn a ku elektrîk û avê dide herêmê. Berdewmakirina êrişên li ser bendava Tişrînê jiyana bi hezaran kesan dixe xeterê.”
Evîn Cuma destnîşan kir ku wan gelek dosyayên êrişên dagirkeriyê û ziyanên wê belge kirine û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Me gelek dosyayên der barê êriş û kiryarên dagirkeriyê de bi taybetî qetilkirin, destdirêjî, darvekirina jin û zarokan her wiha koçberbûna bi darê zorê, belge kirine. Em hewl didin van dosyayan ji rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî, Neteweyên Yekbûyî û komîteya lêgerînên navneteweyî ya belgekirina kiryaran re bişînin û rastiya dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere bikin.”