Li gorî nûçeya Rojnewsê şevê din dewleta Tirk a dagirker karwanek mezin a ji wesayîtên leşkerî, çek û teqemenî pêk dihat, ber bi Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve rêkiriye.
Tê gotin nêzî 100 wesayîtên zirxî, kel û pelên leşkerî, çek û teqemenî ji Berwarî Bala ve derbasî Başûrê Kurdistanê hatine kirin û ber bi Amêdiyê ve çûye.
Li gorî heman çavkaniyan, dewleta Tirk hejmara leşkerên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde dike.
Hêjayî gotinê ye tevî dagirkeriya ber bi çav jî, deng ji hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê dernakeve. Dewleta Tirk roj bi roj dagirkeriya xwe ya ser Başûrê Kurdistan û xaka Iraqê berfirehtir dike.