Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Dewleta Tirk bi hedefgirtina tenduristvanan sûcê şer dike

Hevseroka Şaxa SES’a Amedê Yildiz Ok Orak têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li hemberî sivîlan û kedkarên tendi-uristiyê wiha axivî: “Li ku dibe bila bibe, çi şert dibin bila bibin hedefgirtina tenduristvanan sûcê şer e.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO bi hilweşîna rejîma Esad re ji 8’ê Kanûna 2024’an ve li Bendava Tişrînê û derdora wê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Gelpn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkerên Tirk û çeteyên wan 8’ê Çileyê li Bendava Tişrînê dest bi çalakiya nobetê. Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê bi balafirên şer, SÎHA û çekên giran sivîlan û kedkarên tenduristiyê hedef digire. Heta noha di nava wan de rojnameger, hunermend û siyasetmedar jî hene 26 sivîl hatin qetilkirin û herî kêm 227 kes jî birîndar bûn. Di êrîşên heta niha de gelek ambulans jî hedef hatin girtin. Di êrişan de 3 tenduristvan hatin qetilkirin.

Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê Yildiz Ok Orak diyar kir ku hedefgirtina sivîl û tenduristvanan a li Tişrînê sûcê şer e û wiha got: “Li dijî hiqûqa şer e. Mixabin li Tişrînê sivîl hedef tên girtin. Hedefgirtina tenduristvan û ambulansan ji xwe li dijî qanûna şer a navneteweyî ye. Li ku dibe bila bibe, çi şert dibin bila bibin, hedefgirtina tenduristvanan sûcê şer e.”

Yildiz Ok Orak, destnîşan kir ku di demeke li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tê axaftin de êrişên bi vî rengî di nava civakê de rê li ber bêbaweriyê vedike û ev tişt anî ziman: “Li rexekî hevdîtin tên kirin, li rexekê şer heye û li rexa din jî sepanên cuda hene. Ev yek sere me tevlihev dike. Hedefgirtina sivîl û tenduristvanan baweriya me tune dike. Em dixwazin şer xelas bibe, aştî pêk bê û gel bi xwe qedera xwe diyar bikin.”

Yildiz Ok Orak, xwest êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê hem li Sûriyeyê hem jî li Tirkiyeyê şer bi dawî bibe û aştî çêbibe. Divê sivîl û tenduristvan bên parastin û her kes li gorî qanûnê şer tevbigere.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar