Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Perşembe - 20 Şubat 2025

‘Dewleta tirk DAIŞ’ê li Girê Spî û Serêkaniyê bi cih dike’

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid diyar kir ku wan gelek sûcên şer ên dewleta tirk û çeteyên wê belge kirine. El Ebid got ku dewleta tirk gelek çeteyên DAIŞ’ê di şer de bi kar tîne û malbatên wan li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih dike

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê ji ANHA’yê re axivî.

Hemdan El Ebid anî ziman ku Erdogan herêmên wan ên bi ewle dagir kirin, sivîl qetil kirin û şêniyên herêmê koçber kirin. El Ebid diyar kir ku hemû cîhanê kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê yên li herêmên weke Efrîn, Cerablus û Serêkaniyê dîtin lê tevî vê jî li hemberî van sûcan bêdeng man.

Sûcên şer tên belgekirin

El Ebid destnîşan kir ku binpêkirinên li dijî gelê herêmê tên belgekirin û wiha dom kir: “Dezgehên çapemeniyê gelek sûcên şer bi dîmen û wêneyan belge kirin. Mînak, qetilkirina siyasetmedar û leşkeran û lîstina bi cenazeyan. Mînakên herî berbiçav jî qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef û şehîd Amara ne.”

Welatî tên revandin û girtin

Bi berdewamî jî El Ebid diyar kir ku dewleta tirk bermahiyên DAIŞ’ê tîne herêmê û wiha pê de çû: “Ew çete niha bi komên din ên çete re şer dikin. Me navên gelek çeteyên DAIŞ’ê yên ku hatine Girê Spî tespît kirin. di nav de koma çeteyên El Bello, El Aqal û Ebû Abdullah El Turkmanî hene. Gelek şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî xwe gihandin me û destnîşankirin ku li herêmên wan kiryarên girtin, revandin, koçberkirin û fîdyeyê zêde bûne. Piştre xuya bû ku van çeteyan li şûna gelê herêmê malbatên xwe bicih kirine.”

Kiryarên DAIŞ’ê

Herî dawî jî El Ebid ev tişt destnîşan kir: “Ji bo guhertina demografyaya herêmê, hêzên dagirker malbatên DAIŞ’ê yên ji Kampa Eyn Îsayê revandin li malên şêniyên Girê Spî bi cih kirine. Her wiha malbatên xwe anîne herêmê. Ji giliyên tên ber destê me xuya dibe ku kiryarên DAIŞ’ê li herêmê di meriyetê de ne.  Çeteyên dagirker gefan li şêniyan dixwin ku bi darê zorê bi keçên wan re bizewicin.” EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar