Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê di 2024’an de 5 rojnamegerên Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin şehîdkirin û 26 rojnamager hatin girtin. Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 19’ê Kanûna 2024’an şehîd bûn. Herî dawî rojnameger Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn û Vedat Orûç ku di 17’ê Çile de hatin binçavkirin, di 20’ê Çileyê de ji aliyê Dadgeha Stenbolê ve bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Serokê Basin Îşê ya girêdayî DÎSK’ê Tûrgût Dedeoglû têkildarî binçavkirin, girtin û kuştina rojnamegerên Kurd ji Ajansa Welat re axivî. Dedeoglû diyar kir ku ev êrîş nîşan dide ku îro jî azadiya medyayê di bin gefan de ye û wiha got: “Ev girtin pir zelal nîşan dide ku azadiya medyayê di bin gefan de ye. Desthilata siyasî li aliyekî di bin navê têkoşîna li dijî dezenformasyonê bi zagonên hişk tedbîran digire, li aliyê din bi awayekî kêfî rojnamegeran dikin binçavan û digirin.”
Tûrgût Dedeoglû da zanîn ku hêzên ewlehiyê ango aktorên li dervê dewletê li dijî rojnamegeran tundiyê pêk tînin û nayên cezakirin û wiha axivî: “Em dibînin ku ev êrîşkar nayên cezakirin. Em dibînin ku rojnamegerên rastiyan dinivîsin, bi dozên bêbingeh re rû bi rû dimînin. Di sala 2024’an de Tirkiye di nava Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê de ji 180 welatan ket rêza 155’an. Dîsa di sala 2024’an de 872 rojnameger hatin darizandin û 112 rojnameger hatin binçavkirin. Di sala borî de 26 rojnameger hatin girtin û der barê 60 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin. Di darizandina rojnamegeran de li 58 rojnamegeran bi giştî 135 sal û 7 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Sala borî 5 rojnameger hatin kuştin. Lê yên ku rojnameger kuştin der barê wan de lêpirsîn nehat vekirin.”
Tûrgût Dedeoglû anî ziman ku dixwazin azadiya ramanê ya rojnamegeran û azadiya rojnamegeran bi sînor bikin û axaftina xwe wiha bi dawi kir: “Dixwazin bi cezayan azadiya rojnamegeran bi sînor bikin. Ev mudaxaleya azadiya çapemeniyê ya ragihandina agahiyê ye. Di heman demê de mudaxaleya azadiya xwegihandina agahiyan a civakê ye. Ev nîşan dide ku mafên demokratîk ên zagonî di bin gefan de ye. Rojnamegerî ne sûc e. Tevî hemû zextan em ê têkoşîna parvekirinên agahiyen rast berdewam bikin. Em ê rojnamegeriya rast berdewam bikin. Rojnamegerên hatin girtin endamên sendîkayê ne. Em şahid û kefilê rojnamegerî û pîşeya wan in. Em dibêjin çapemeniya azad nayê bêdengkirin.”
Salên 90î dubare dikin: Hem rojnamegeran dikujin hem jî digirin