Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Dewleta tirk êrîşî karwanê sivîlan kir

Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê karwanê sivîlan ên ku ji Girê Spî ber bi Reqayê ve diçû hedef girt. Her wiha li Silûk a Girê Spî jî şerekî giran heye

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji 9’ê cotmehê ve li dijî gelên rojavayê Kurdistanê êrîşên qirkirinê dikin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker bi awayeke bêperwa herêmê bombebaran û topbaran dikin. Hêzên dagirker di encama van êrîşan de bi dehan sivîl qetil kirin û bi sedan sivîl jî birîndar kirin. Li hemberî van êrîşên qirkirinê jî şervanên HSD’ê bi berxwedaneke bêhempa bersiv didin.

Li gorî agahiyên ji Girê Spî, hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê karwanê şêniyên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê yên ku ji  Girê Spî ber bi bajarê Reqayê ve diçû hedef girt. Têkildarî encamên hedefgirtina karwanê sivîlan agahî nehatin bidestxistin.

Li Silûkê şerê giran

Di heman demê de li navçeya Silûk a girêdayî Girê Spî, di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker de şerekî dijwar diqewime. Dewleta tirk dagirker di heman demê de navenda Girê Spî topbaran dike. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar