Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dewleta tirk gelek terorîstan di nava penaberan de dişîne Ewropayê

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Şêxo têkildarî destwerdana dewleta tirk a li herêmê, têkiliya wê ya bi komên çete re û gefên wê yên li dijî welatên ewropî, ji ANHA’yê bi Samir Osman re axivî.

Ehmed Şêxo ji ewil bal kişand ser aloziya li Idlibê û wiha domand: “Ev alozî girêdayî aloziya giştî ya li Sûriyeyê û nakokiyên li ser berjewendiyan e. Ji destpêkê ve gelê Sûriyeyê bedela van nakokiyan dide. Dewleta tirk komên tundrew ên li Sûriyeyê bi kar tîne û dişîne Lîbyayê. Bi vê yekê re jî dixwaze planên xwe pêk bîne. Her wiha tev li êrîşên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser dike. Ji ber vê jî zû bi zû dest ji wan bernade.”

Alîkariya bi DAIŞ û El Nusrayê re

Şêxo got ku ji dîrokê ve dewleta tirk piştgiriyê dide komên terorîst û tundrew û wiha pê de çû: “Bûyerên ku niha li Şîşanê rû didin û terorîstên li Rûsyayê şer dikin mînakên herî berbiçav in. Ev kom li Tirkiyeyê dihatin perwerdekirin. Têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re baş hate dîtin. Ev têkilî gihişt wê astê ku dema koalîsyona navdewletî hatiye avakirin, dewleta tirk bikaranîna balafirgeha Încîrlîkê ya li dijî DAIŞ‘ê red kir. Niha jî li Idlibê bi aşkerayî piştgiriyê dide El Nusra û komên din ên terorîst.”

Şerê li Idlibê

Bi domdarî jî Şêxo diyar kir ku di navbera Tirkiyê û YE’yê de lihevkirin heye û ev tişt anî ziman: “Ji Tirkiyeyê re pere veqetandî ne. Lê Tirkiye naxwaze destekê bide penaberan. Dixwaze zextê li YE û NATO’yê bike da ku di şerê Idlibê de alîkariyê bidin wî. Dewleta tirk heta niha bi wekîlên xwe şer dikir. Lê îro raste rast şer dike.”

Gefên li dijî YE’yê

Herî dawî jî Ehmed Şêxo wiha got: “Civaka ewropî ji metirsiyên dewleta tirk haydar e. Lê berjewendiyên wan, raya giştî ya navdewletî bêdeng dike. Dewleta tirk herî dawî derî li penaberan vekir. Lê ev penaber hemû ji Sûriyeyê nînin. Di nav wan de efrîqî, ereb, tirk û terorîst hene. Erdogan dixwaze bi vê yekê peyama; ‘Ez îro penaberan û dê sibe terorîstan bişînim’ bide. Me di vê mijarê de dewletên ewropî hişyar kirin. Lê dîsa YE tenê rewşê temaşe dike û bêdeng e. Guman hene ku dewleta tirk terorîstan dişîne Ewropayê. Tirkiyê hewl dide serdema dewleta Osmanî vegerîne. Ev jî Balkanan dixe xetereyê û dihêle ku radîkal cara duyemîn bigihijin sînorê YE’yê.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar