Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 5 Ağustos 2025

Dewleta tirk gundê El Faris veguherand baregeha leşkerî

Dewleta tirk ji bo ku xwe li xaka rojavayê Kurdistanê mayînde bike, şêniyên herêmê koçber dike û li gund û bajarên wan jî baregehên leşkerî ava dike. Di vê çarçoveyê de gundê El Faris ê Eyn Îsayê veguherand baregeha leşkerî

Dewleta tirk a dagirker ji 9’ê cotmehê ve li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke qirkirinê pêk tîne. Hêzên artêşa tirk a dagirker ku bi rêya çeteyan hewl dide xwe li herêmên dagir kirin mayînde bike, serî li rê û rêbazên kirêt dide. Li hêlekê polîtîkaya guherandina demografyaya herêmê dimeşîne û li hêla din jî bi avakirina sazî û baregehên nû re dixwaze li herêmê xwe mayînde bike.

Dewleta tirk ku hemû pîvanên navneteweyî binpê dike, destdirêjiyê li mal û milkê gel dike. Ev kiryarên dewleta tirk jî li gorî Peymana Laheyê ya sala 1954’an qedexe ye. Dewleta tirk di çarçoveya binpêkirinên xwe de zêdetirî 400 hezar welatiyên ji Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wê koçber kirin. Her wiha dibistanên li van herêman jî vediguherîne baregehên leşkerî.

Li gorî agahiyên ANHA’yê, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El Faris ê Eyn Îsayê ku 21 km’yan li bakurê rojavayê navçeyê dimîne, veguherand baregeheke leşkerî. Ev baregeh tenê yek ji baregehên dewleta tirk ên li herêmê ne. EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar