Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dewleta tirk hemwext êrîşî Rojava, Mexmûr û Şengalê kir

Şeva din balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker wargeha Mexmûrê, navenda Şengalê û Rojava hemwext bombebaran kir

Navenda Nûçeyan |

Şeva din balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker wargeha Mexmûrê, navenda Şengalê û Rojava hemwext bombebaran kir.

Di bombebarana Mexmûrê de gelek şêniyên wargehê birîndar bû. Piştî êrîşê Meclisa Gel a Mexmûrê daxuyaniyek bi girseyî da. Meclisê li ber derê Nexweşxaneya Şehîd Hogir a wargehê daxuyanî da. Hevserokê Meclisa Gel ya Mexmûrê Yusif Kara axivî û got: “Hemwext dewleta tirk êrîşî wargeha Mexmûr, Şengal û Dêrikê kiriye. Yên êrîş kirine, hevkarên wan û xayîn şirîkên wan in. Em bang li raya giştî, bi taybet kurdên bi şeref dikin. Li hemberî van êrîşan xwedî helwestek rast bin. Di nava çalakiyan de bin. Em êdî vê zilm û dagirkeriyê qebûl nakin. Em ê li ser piyan bin.”

Kara anî ziman ku beriya êrîş li ser wargehê pêk bê ceyrana wargehê hate qutkirin û wiha got: “Ev ne tesaduf e, ceyran beriya êrîşê hat qutkirin. Piştî wê carek din hat berdan. Divê her kes rabe ser xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar