Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Dewleta Tirk ji cenazeyên rojnamevanan ditirse

Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku astengkirina cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn sûceke dermirovî ye û gotin: “Tê xuyakirin ku dewleta Tirk ji kela di nava hinavên gelê Bakurê Kurdistanê de ditirse. Ji rojnamevanan ditirise.”

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di êrîşa balafira dewleta Tirk a dagirker de li li bajaroka Sirînê ya Kobanê şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker nehiştin cenazeyên herdu rojnamevanan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û li Qamişloyê bi merasîmekê hatin definkirin.. Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê mijarê de xivîn.

Sorgul Şêxo nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: “Cîhan hemû dikare Nazim û Cîhan hembêz bike. Em bang li raya giştî dikin ku êdî li hember nêzîkatiyên dijî rojnamevanan helwestên xwe nîşan bidin. Desthilata AKP û MHP’ê hetanî ji cenazeyên rojnamevanên rêhevalên wan ditirse. Derbasnekirina cenazeyan sûcek e dermirovî ye. Divê der barê vê de aliyê peywendîdar dozê vekin.”

Alan Roj jî destnîşan kir ku rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî xebateke pir hêja bûn. Dixwestin li Bendava Tişrînê rastiya êrişên dewleta Tirk a dagirker ji bo raya giştî ragihînin.”

Alan Roj diyar kir ku ne cara yekemîn e dewleta Tirk a dagirker li herêmê rojnamevan û sivîlan hedef digire û wiha dom kir: “Rastiya dewleta Tirk ev e, lê tişta ku em jê matmayî dimînin bêdengiya civata navneteweyî ye. Divê hemû rojnamevanên Kurdistanî bi yek dengî li hemberî sûcên li dijî rojnamevanan tên kirin, derkevin.”

Alan Roj bal kişand ser rojnamevan û nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û got: “Ajansa Hawar yek ji wan ajansên ku bi nav û deng e, gelek dezgehên navneteweyî weşana wê dişopînin. Ji ber wê em xerîb dibînin ku tu daxuyaniyên xwedî bandor li hemberî hovîtiya dewleta Tirk nehatin dayîn. Di mirovahiyê de, ti qanûn tune ne ku rê li ber veguhestina cenzeyan bê girtin. Hemû qanûnên li cîhanê rê didin ku cenaze bên veguhestin. Tê xuyakirin ku dewleta Tirk ji kela di nava hinavên gelê Bakurê Kurdistanê de ditirse.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar