Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Dewleta Tirk ji her alî ve ekolojiya Şirnexê qir dike

Dewleta Tirk a dagirker ji Cizîrê heta Silopiya, Qilaban û Elkê yên Şirnexê bi birîna daran, lêgerîna madenê û çêkirina bendavan ekolojiyê qir dike. Bi çêkirina bendavan cihên dîrokî tên tunekirin.

Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê bi awayekî plankirî ekolojiyê qir dike. Ji van derverên ku ekolojiya wê tê qirkirin yek jê Şirnex e. Di salên 1990’î de li Şirnexê û navçeyên wê gelek gund hatin valakirin û xwezaya wê wêran kiriye. Li gundên ku bi hinceta “Ewlehiyê” hatin qedexekirin ji şîrketên madenê û kesên ku daran talan dikin re rê hatiye vekirin. Gund, çiya û warên Şirnexê ku ji welatiyên wê re qedexe ye, bûyê cihê talana xwezayê û birîna daran. Birîna daran li çiyayên Cûdî, Gabar, Besta û li herêma Komete ya navçeya Elkê heta çoltera gundê Elemûnê ya navçeya Qilebanê belav bû. Ji bilî birîna daran jî xwezaya Şirnexê bi destê şîrketên madenê tê talankirin.

Birîna daran li Şirnexê bi salan e di rojevê de ye. Ji sala 2018’an ve bi taybetî li Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê birîna daran berdewam dike. Li gor daneyên Tevgera Ekolojiyeya Mezopotamyayê mehê 50 hezar dar li Şirnexê tên birîn. Darên ku li Şirnexê tên birîn jî ji bo firotinê ji bajarên cuda re tên şandin. Ji qadên bi daristan ên Şirnexê ku hatine birîn, bi giştî milyonek û 348 hezar û 535 hektarên daristanê hate hesibandin. Qada bêdaristan jî weke 5 milyon û 401 hezar û 417 hektar hate tespîtkirin. Ji dawiya sala 2023’yan ve piştî sînorên daristanan hatin diyarkirin û di qeydên tapûyê de cih girtin, qada bi daristan a Şirnexê ya giştî weke 172 hezar û 286 hektar hate diyarnkirin. Ji van 186 hezar û 130 hektar jî hate tescîlkirin. Di heman demê de 10 hektarên qada daristanê ji wesfa daristanê derketin û derxistin derveyî sînorê daristanan.

Di van salên dawî de herêma Şirnexê ku her ji 15 rojan careke ji aliyê walîtiyê ve bi hinceta “Ewlehiyê” tê qedexekirin ji şîrketên madenê yên nêzî hikumetê re rê tê vekirin. Hemû navçeyên Şirnexê bi kana komir, kevir, çîmento û madenan hatiyê kolandin û ew yek dibe sedema qirêjbûna hewayê û talankirina xwezayê. Şîrketên madenê yên bi navê Acar, Ozdaglar, Sîhan, Evrensel, Ozel, Goksad, Oz Kardeşler, Taşar, Geliş, Şirnak Afa, Bolunmez Grup, Eloş, Divin Madencîlîk ji hin van şîrketa ne. Xwezaya Şirnexê ji aliyê van şîrketan ve tê talan kirin pêşkeşî rantê hatiyê kirin. Li navçeya Qilebanê di 21’ê Kanûna 2021’an de 54 hezar 009.77 hektar an ku 540 hezar 097.7 donim qada xwezayî, 250 hezar ton çînko û risas û 2 milyon û 400 hezar ton madenê sifirê û kargeha wê dan îhaleyê. Cihê madenê ku 73 hezar û 100 hektar e ji sedî 75 Qilebanê ye. Bi vê yekê rasterast qada jiyanê ya şêniyên herêmê tê sînordarkirin. Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê jî li navçeyên Cizîr, Qileban, Hezex, Silopiya û Elkê li 22 herêman bêyî hewcehî bi rapora ÇEDê bibîne, destûra lêgerîna madenê da.

Li navenda Şirnexê ji Kana Kalkerê û Tesîsa Seridandin û Şikandinê re, li gundê Avgamasiya ya Şirnexê ji Tesîsa Paketkirin û Depokirina Komirî re, li gundê Navyan ê girêdayî navenda Şirnexê, li Tesîsa Sterîlîzasyon a Beravêtiyên Tibî yên li Herêma Senayî ya Organîze ya Cizîrê re û li navçeya Hezexê ruhseta lêgerîna petrolê hate dayîn.

Ji bilî birîna daran û lêgerîna madenan santralên Hidroelektrik jî jiyana mirovan dixe xetereyê. Ji bo çemê Robozik a giredayî gundê Şivişk a navçeya Qilebanê biryar hat dayin ku bi kapasîteya 2.322 MW Santrala Hîdroelektrîk a Balli were avakirin. Li gor lêkolînan santrala Hîdroelketrîk zerarê dide ekosîstema herême û kêm buna avê. Li navçeya Silopiyayê jî santrala Termik di sala 2009’an de dest bi hilberandinê kiriyê. Tevahiya navçeyê ji santralê bandor dibe. Piştî santrala Termik hejmara kesên ku li nexweşiya penceşêrê dikevin li navçeyê zêde bû ye. Her wiha zerara wê li ser hewirdor û sewalan jî zêde ye.

Li ser Çemê Dîclê ya navçeya Cizîrê gelek kanên xîzê hatine vekirin. Tevî ku Wezareta Hewirdor û Bajarvaniyê di 8’ê Kanûna 2007’an de destûrdayina vekirina kanên xîz û xîçê batal kiriyê jî li ser Çemê Dîcleyê kanên xîzê tên vekirin. Kanên xîzê ku ne ruhseta wan heye û ne jî destûra wan a ÇED’ê heye nayên girtin û xebatên xwe berdewam dikin. Kanên xîzê jiyana zindiyan û xwezayê jî dixe xetereyê. Kana xîzê ku li ser çemê Dicleyê ya nezî li taxa Çemkûrk a navçeya Cizîrê rê li ber xetereya jiyana mirovan û sewalan vedike.Ji ber xebatên kana xîzê çem kûr bûye û welatiyên ku dixwazin bikevin çem jî bi xeniqandinê re rû bi rû dimînin. Du sal berê jî du zarok li taxa Çemkûrkê di çem de xeniqîn.

Li navçeya Qilebanê 6 bendav hatine çêkirin. Li ser rûbarên ku ji gundên Hîlal, Ziravik, Nêrweh, Bilih, Kiror û Roboskî re derbas dibin bendav hatin çêkirin. Her wiha Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li ser Çemê Dîcleyê heta niha 9 bendav çêkirin. Bendavê 10’emîn jî tê plankirin ku di navbera bajaroka Qesrikê yê ser bi navenda Şirnexê û gundê Misûriyê yê bi ser navçeya Cizîrê ve bê çêkirin. Bendava ku Wezarata Karên Avê û Daristanan û Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) projeya wê amade kir, di 29ê Nîsana 2019’an de ji aliyê ÇED’ê ve hat erêkirin. Li cihe ku bendav bê çêkirin çend meh berê xebatan dest pê kir. Tê plankirin ku ew bendav piştî bendava Ilisû ya ku Heskîf di bin avê de hişt bibe bendava 2’yemîn a herî mezin. Îhaleya bendavê jî di 16’ê Sibata 2023’yan de ji aliyê Şîrketiya hilberîna ceyranê ya CB ve hat girtin û ji aliyê wê şîrketê ve bendav wê bê çêkirin. Cihê ku bendav lê bê çêkirin gelek cihekî dîrokî ye û bi çêkirina bendavê re ew dîrok jî wê di bin avê de bimîne. Peykerê Bûk û Zava yê li ser kevirekî li ser çem hatiye çêkirin û Pira Xan Mehmûd wê di bin avê de bimîne.

Erdnîgariya Şirnexê bi talankirina daran, lêgerîna madenê û çêkirina bendavan tê tunekirin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar