Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Dewleta Tirk lez daye dagirkirina Iraqê

Dewleta Tirk a dagirker ku derbeyek mezin li Sûriyeyê xwar naxwaze li Iraqê jî ev yek dubare bibe, ji bo vê jî bi hevkariya PDK’ê û hin eşîrên Ereban ên Sune dixwaze di her êrîşeka muhtemel de karibe destêwerdanê Mûsilê, heya Şengal û Memxûrê bike. Li ser vî esasî li baregeha Başîkayê çeteyên (Herze Nînowa) û ji bo Şengalê jî pêşmergeyên PDK’ê amade dike. Ev hewldanên dewleta Tirk  ku ji berêde hebûn bi geşedanên li herêmê re lezitir bûne.

Ji ber çi dewleta Tirk lez da planên xwe?

Bi êrîşa 7’ê Cotmeha 2023’yan ya dijî Îsraîlê re ku Hamas bi provakasyona dewleta Tirk û hinek dewletên din kir, fersendeke mezin ket destê hêzên hegemonîk ên weke Brîtanya, Îsraîl û Amerîkayê ji bo ‘Projeya Mezin a Rojhilata Navîn’ pêk bînin. Ji bo ev proje pêk bê divê hemû astengiyên li herêmê ji holê bên rakirin, dewlet neteweyên Ereb, Tirk û Fars jî li pêşiya vê projeyê astengin û gef li ewlekariya dewleta Îsraîlê dixwin. Ji ber vê yan wê ev dewlet xwe biguherin û demokratîk bikin, ji bo destwerdan ji wan re çênebe û ne rûxin, an wê bi temamî teslîmê van hêzên navneteweyî bibin, an jî wê destwerdanên leşkerî ji wan re çêbibe. Destwerdana li Filîstîn, Libnan û Sûriyeyê jî di vê çarçoveyê de bûye. Gelek welatên Ereb jî di çarçoveya peymana ‘Îbrahîmî’ de teslîmî vê xetê bûne û ji bo berjewendiyên Îsraîlê dixebitin.

Bi mudaxeleya li Sûriyeyê re ne tenê rejîma Esad hilweşiya, pêre hegemonya Îran ya li Sûriyeyê bi dawîbû û Rûsya jî têkçû. Hêzeke din a hegemonîk a li herêmê ku Îran e, ji kuştina Qasim Silêmanî heya niha û bi taybet jî ji 7’ê Cotmehê ve derbeyeke mezin xwariye. Dikare bêgotin, ‘Hîlala Şîe’ ya li herêmê dixwest ava bike, têkçû. Di rewşa heyî de hebûna Îranê li Iraq û beşek jî li Yemenê maye. Îran ku weke gefa herî mezin a li dijî hegemonya Îsraîlê tê dîtin, di hedefa van hêzan de ye. Iraq jî keleha dawî ya Îranê ye. Heya hêza Îranê ya li Iraqê têk neçe, zehmete destwerdan li Îranê were kirin. Ji bo Îran ji bûyîna xeterî derkeve destwerdana li Iraqê di rojevê û di hedefê de ye. Hêza Heşda Şabî li Iraqê  ji aliyê Îranê ve mîna mewziyekî parastina xwe bikar tîne. Di her kêliyê de nedûre ku li Iraqê li himber hêzên Heşda Şabî êrîş pêk werin. Eger ev êrîş pêk werin hêzên ewlekariya Iraqê ne hêzekî wisa ne ku karibin li himber êrîşên derve û hundir li ber xwe bidin. Ev jî dibe sedem Iraq jî ber bi Sûriyek nû ve biçe. Lawazbûna Îranê li Iraqê rê xweş dike ji bo dewleta Tirk planên xwe yên dagirkeriyê ku Heşda Şabî li ber asteng bû, bibe serî.

Dewleta Tirk jî di dixwaze ji niha de ji Iraqê beşek ji xeyalên xwe pêk bîna û derbeya li Sûriyeyê li Tirkiyeyê ketî li Iraqê jî wê derbeyê nexwe. Ji ber wê dewleta Tirk li deşta Mûsilê bi hêzên Sunî re taybet çeteyên ku Etêr Nicêfî waliyê Mûsilê yê berê ve ku hatiye rêxistinkirin, dixwaze piştgiriya wan çeteyan bike û van çeteyan li baregeha Zelîkanê ya li Başîka perwerde dike. Di aliyê civakî de bi dewleta Tirk bi hin ji eşîrên Ereb û Tirkmenan re li Mûsil û Tilaferê peywendiyên xwe pêşxistine û dixwaze di rewşekî muhtemel de  wan ji xwe re bikar bîne.

Di nava vê lîstikê de PDK û Şengal jî heye. Ev zêdetirî 8 meh in PDK amadekariyan dike û hemû pêşmergeyên xwe ku di sala 2017’an de ji Şengalê reviyabûn kom dike. Di vê demê de 2 Lîwa (Tugay) yên pêşmergeyan li Zaxo û Pêşxabûr perwerde kirine.

Amadekarî tên kirin ku PDK pêşmergeyan bişîna Şengalê.

Li gor agahiyan di her demekî de ku hêza Heşda Şabî li herêmê ber bi êrîşên Amerîka û Îsailê bikeve, dê pêşmerge jî di aliyê bajarokê Rebiayê re berê xwe bidin Şengalê. Ji bo pêşmerge jî tu peyman nînin ku hêzên Iraqê rê li ber derbasbûna pêşmergeyan ji bo Şengalê bigirin. Li gorî hevpeymaniyên beriya neiha hatine îmzekirin di her demekê de pêşmerge û Iraq dikare destêwerdanê li navçeyên madeya 140’an bike. Ev plan ji niha ve di meryetê de ye lê ya ku divê em bi bîr bixin ew e ‘Dewleta Tirk jî li ber êrîşên hêzên hegemonîk de ye. Di her firsendê de dibe ku dewleta Tirk jî rastî êrîşan were’.

Dewleta Tirk ji bo xwe ji deswerdanê rizgar bike, xwe careke din li Sûriyeyê da bikaranîn û di hilweşandina rejîma Esad de rol lîst. Lê ev nayê wê wateyê xwe ji destwerdanê rizgar kiriye. Ancax hêzên navneteweyî wê heya dawiyê ji AKP’ê û Erdogan sûd werbigire û heya xêr têde mabe ji bo berjewendiyên Îsraîl, Amerîka û Brîtanyayê bi kar bîne. Lê Qibris û dewleta Tirk jî di hedefa van hêzan de ye. Dawiya dawî destwerdanek ji bo dewleta Tirk jî di rojevê deye. Ev destwerdan bi hevdîtinên Rêber Apo û nirxandinên li ser pêvajoyê hê bêtir radixe berçavan.

Dewleta Tirk jî ketiya ferqa vê xetereyê û dixwaze heçî zû xwe ji van êrîşan biparêze û dema xwe ya mayî di berfirehkirina erdingariya xwe de bi kar bîne. Li gor agahiyên hene li ser vî esasî di hevdîtinên dawî yên Hakan Fîdan bi rayedarên Iraqê re li ser esasê lidarxistin hin operasyonên taybet li ser Garê bên kirin hatine nîqaşkirin. Tirkiye dixwaze beriya pêvajoke nû li Tirkiyeyê pêş bikeve, asta dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistan û Iraqê zêde bike.

Nûçeyên Têkildar