Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

‘Dewleta tirk li Rojava sûcê qirkirinê dike’

Meclisa Edaleta Civakî ya Minbic û Gundewarên Wê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk li herêmê sûcê qirkirinê dike û bang li civaka navdewletî hat kirin ku pêşî li vê qirkirinê bigirin

Endamên Meclisa Edaleta Civakî û endamên Komîteyên Lihevanînê Yên Meclisên Minbicê û Gundewarên wê têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê li pêş avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji hêla hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê Ehmed Hesen ve hate xwendin. Di serî de êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin. Piştre jî hat gotin ku ew projeya neteweya demokratîk dipejirînin û ev pergal ji gelê Sûriyeyê û hemû Rojhilata Navîn re projeya herî baş e.

Bi berdewamî jî hat gotin ku dewleta tirk li dijî gelê herêmê sûcên qirkirinê dike û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev jî sûcên şer in. Divê saziyên hiqûqî yên navdewletî ji bo pêşîlêgirtina vê qirkirinê bikeve nava hewldanan. Em bang li civaka navdewletî dikin ku ji bo pêşîlêgirtina vê êrîşa dijminane, bikevin nava hewldanan. Her wiha em bang li tevahiya pêkhateyên herêmê dikin ku bi hev re Sûriyeyê geş bikin, bi pêş bixin û yekitiya neteweyî pêk bînin. Ev yek dê bibe mîsogeriya serkeftinê.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. MINBIC

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar