Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Dewleta tirk qadên sivîlan hedef digire

Dewleta tirk li Amûdê, Kobanê, Girê Spî û Qamişlo êrîşî qadên sivîlan kir. Di encama êrîşan de 2 sivîl birîndar bûn û encamên gelek êrîşan jî nayên zanîn

Êrîşên hewayî û yên bejahî yên ji bo dagirkirina rojavayê Kurdistanê yên dewleta tirk bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk li Kobanê, Girê Spî û Qamişlo qadên sivîlan hedef girtin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk a dagirker êrîşî gundê Xerzê yê ku 5 km’yan li rojavayê Amûdê dimîne kir. Di encama êrîşê de kalê 58 salî Ebdullezîz Mûsa Ebas birîndar bû. Ebdulezîz ji bo dermankirinê rakirin nexweşaneyê. Hat zanîn ku rewşa wî baş e.

Pevçûnên li Kobanê

Di heman demê de artêşa tirk a dagirker stasyona petrolê ya Seyîda yê li bakurê rojhilatê Tirbespiyê û girê gundê Til Şeîrê hedef girt. Di êrîşê de stasyon rûxiya. Li Kobanê jî balafirên şer ên dewleta tirk gundên Elîşar û Îsmaîl ên li rojhilatê Kobanê bombebaran kirin. Hat zanîn ku li her du gundan jî sivîl hene û encama bombebaranê nayê zanîn. Li gundên Ziyaret, Zormixar, Siftek, Şiyûx a Jêrîn û Aşmê yên li rojavayê Kobanê jî di navbera HSD’ê û artêşa tirk a dagirker de şer didome.

Qadên sivîlan tên bombebarankirin

Li gorî agahiyan, balafirên şer ên dewleta tirk taxa Eyn Erûs a Girê Spî bombebaran dike. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku balafirên şer qadên sivîlan hedef digirin û encama kuştî û birîndaran nayê zanîn. Dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî Qamişlo jî didomîne. Hat zanîn ku di encama êrîşa dewleta tirk de ciwanê bi navê Mihemed Ehmed El Hemadî ê li gundê Nayif Girê yê Qamişloyê jî birîndar bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar