Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Dewleta tirk sûcên şer li Serêkanî û Girê Spiyê pêk tîne’

Navenda Nûçeyan |

Bi boneya salvegera yekemîn a êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê û Girê Spiyê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da raya gişt.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê bi navê qaşo ‘Kaniya Aştiyê’ êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, şêniyên resen dan koçberkirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kirin û wiha got: “Bi vê yekê xwest ku demografiya herêmê biguherîne, aştiya navxweyî, jiyana hevbeş û ewlehiya ku li herêmê hebû, têk bibe. Her wiha projeya neteweya demokratîk a ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji xwe re kiriye bingeh, tune bike, vîna jinan ên ku pêşengiya şoreşa Rojava kir û serkeftinên mezin bi dest xistin, bişikîne.”

Meclisê di daxuyaniya xwe de îşaret bi sûcên dewleta tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî kir, nexasim ên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û got ku li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) û mafên mirovan, ev sûcên şer û li dijî mirovahiyê ye.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta tirk di encama gihaştina hev a berjewendiyên dewletên ku mudaxeleya kar û barên Sûriyeyê dikin de li gel paşguhkirina civaka navneteweyî ku erk û berpirsyariyên xwe bîne cih, êrîşî herêmê kir.

Meclisê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta tirk a dagirker wê yên domdar li dijî jin, zarok û şêniyên herêmên dagirkirî şermezar kirin û bang lê kir ku erkên xwe bînin cih û dagirkeriyê tune bikin û vegereke ewle ji şêniyên ku ji warên xwe koçber bûne peyda bikin.

Her wiha meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya partiyên siyasî, rêxistin, meclisên sivîl û rêxistinên hiqûqî û jinan kir ku li hemberî dewleta tirk a dagirker bibin yek û projeya wê ya firehkirinê têk bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar