Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê 100 darên zeytûnan birîn

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 100 darên zeytûnan ên şêniyên gundê Axceqlê birîn

Binpêkirin û talana hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê bênavber didomin. Hêzên dagirker ên ku li herêmê welatiyan direvînin, digirin, îşkence dikin û dikujin, li hêla din jî xwezaya Efrînê tune dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Efrînê, koma çete ya Ehrar El Şerqiye ku girêdayî dewleta tirk e binpêkirinên xwe yên li dijî şênî û xwazeya Efrînê didomîne. Di vê çarçoveyê de çeteyan îro 100 darên zeytûnan ên şêniyên gundê Axceqlê yê Cindirês a Efrînê birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê jî destnîşan kir ku ji roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê heta niha hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê herî kêm 15 hezar darên zeytûnan birîn. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar