Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 14 Haziran 2025

Di bombebarana li dijî Mexmûrê de 3 sivîl şehîd bûn

Balafirên keşfê yên dewleta tirk saet derdora 13:10’an de sivîlên ku li Mexmûrê ji bo lawirên xwe biçêrînin li derdora Mexmûrê bûn, bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji wargehê, di encama bombebaranê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û hinek welatî jî bi giranî birîndar bûn. Rewşa birîndaran jî giran e. Têkildarî nasnameyên şehîd û birîndaran da dê piştre agahî bên parvekirin.

Hat zanîn ku ev du rojin tevgereke zêde ya balafirên keşfê li ser asîmanê Mexmûrê heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 13’ê kanûna 2018’an de jî balafiran bombe li penaberên Mexmûrê barandibûn û di êrîşê de sivîlên bi navên Asya Elî Mihemed (73), keça wê Narinç Ferhan Qasim (26), neviya wê Evîn Kawa Mehmûd (14) û Eylem Mihemed Emer (23) şehîd bûbûn.

Di 6’ê kanûna 2017’an de jî balafirên şer ên dewleta tirk êrîş kiribû û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Xweparastinê yên bi navên Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bûbûn. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar