Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Dewleta tirk zagonên navdewletî binpê dike’

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk qadên sivîlan hedef digire û ji ber vê yekê jî bi dehan sivîl hatine kuştin û birîndarkirin. Meclisa rêveber da zanîn ku dewleta tirk bi êrîşên xwe zagonên navdewletî binpê dike

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê wiha ye:

“Dewleta tirk bi hemû çekên giran û beşdarbûna bi hezaran çeteyan di 9’ê cotmeha 2019’an de  li ser sînorê ji Dêrikê heta Kobanê dest bi êrîşan kir. Balafirên dijmin û çekên wê ji seatên destpêkê ve bajar û gundên ku sivîl lê hene hedef girtin û di encama van êrîşan de jî bi dehan qûrbanî û birîndarên sivîl çêbûn.

Her wiha dijmin di bombebarana xwe de saziyên sivîl, navendên ol ên pîroz, noqteyên tenduristiyê û avahiyên jiyanê hedef girtin. Li Serêkaniyê stasyona ava vexwarinê ku ji wê av diçe herêma Hesekê jî hedef girt û ji xizmetê derxist. Dewlet tirk tîmên destpêkê yên ku dixwestin destwerdana stasyonê bikin jî bombebaran kirin. Di demeke ku bajarê Hesekê û gundên wê pêşwaziya hezaran şêniyên Serêkaniyê û gundewarên wê ku ji ber êrîşa Tirkiyeyê koçber bûn de ev yek hat kirin. Ev yek jî ji ber ne peydakirina avê, alozî û êşa rast çêdike.

Kampên mirovî jî ji êrîşên wan rizgar nebûn. Di vê çarçoveyê de Kampa Mebrûkayê ku zêdetirî 7 hezar koçberên ji hemû herêman le diman jî ji van êrîşan xelas nebûn.  Bi zêdebûna êrîşên Tirkiyeyê û hedefgirtina wan a herêmên sivîlan re, em teqez dikin ku herêm rastî keraseta mirovî tê ku dewleta tirk bi vê yekê hemû zagon û belgeyên navneteweyî binpê dike.

Em weke Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê, bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên navneteweyî û mirovî dikin ku zextê li dewleta tirk bikin da ku dawî li vê dijminatiya xwe bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar