Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 11 Mayıs 2025

DFG: Li 2 rojnamegerên girtî îşkence hate kirin

Navenda Nûçeyan |

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ‘Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan a Meha Gulanê’ bi daxuyaniyek nivîskî belav kir.

DFG’ê diyar kir ku di meha gulanê de 6 rojnamevan hatine binçavkirin û 2 jê hatine girtin. DFG da zanîn ku di meha gulanê de li dijî 3 rojnamevanan êrîş pêk hatine û der barê 4 rojnamevanan lêpirsîn hatiye destpêkirin û der barê 9 rojnamevanan de jî doz vebûye.

DFG’ê daxuyand ku di meha gulanê de 16 rojnamevan hatine darizandin û li girtîgehê îşkence û muameleya xerab li 2 rojnamevanan hatiye kirin. DFG destnîşan kir ku li 3 rojnameyan cezayê îlan û reklamê hatiye birîn û RTUK’ê ceza sekinandina weşanê daye 3 saziyên medyayê.

Bi domdarî jî DFG’ê diyar kir ku bi girtina 2 rojnamevanan re ji 5’ê hezîranê ve hejmara rojnamevanên hatine girtin gihiştiye 105 kesî. DFG’ê da zanîn ku ew ne xerîbê vê resmê binpêkirina azadiya rojnamevanan ne û li qadê li dijî rojnamevanan zext û zoriyan hat domandin û daraz jî li ser medyayê wek zextê tê bikaranîn.

Herî dawî jî DFG’ê destnîşan kir ku AKP-MHP dixwaze modela rojnamevaniyê ya li gorî xwe çêbike û ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana rojnamevanên girtî di xetereyê de ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar