Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cumartesi - 15 Şubat 2025

DFG’ê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran aşkera kir

Li gorî rapora DFG’ê ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha adarê, rojnamegerek hatiye kuştin; 6 rojnameger hatine binçavkirin; li 11 rojnamegeran ceza hat birîn; dozên 106 rojnamegeran didomin

Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), rapora xwe ya ‘Binpêkirina Mafên Rojnamegeran’ a meha adarê aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku meha adarê jî di azadiya çapameniyê de li paş maye û rojnameger hedef hatine nişandan û ev nirxand hat kirin: “Armanca bingehîn a hedefnîşandina rojnamegeran girtina çav û guhê gel e. Desthilat dixwaze dîtin û bihîstina rastiyan a civakê asteng bike. Çavkaniya zextên li ser rojnamegeran ev daxwaza desthilatê ye.”

Di berdewama raporê de berdana rojnamerên ku di doza avêtina ji helîkopterê de girtî bûn hat bibîrxisin û hat xwestin ku hemû rojnamegerên girtî bên berdan û zextên li ser rojnamegeran bên bidawîkirin. Li gorî raporê, di meha adarê de rojnamegerek hatiye kuştin; 6 rojnameger hatine binçavkirin; li 11 rojnamegeran ceza hatiye birîn û dozên 106 rojnamegeran didomin.

Hemû binpêkirinên mafên li dijî rojnamegeran wiha hatine rêzkirin:

  • Rojnamegerên hatine binçavkirin: 6
  • Rojnamegerên êrîş li wan hatine kirin: 1
  • Rojnamegerên hatine kuştin: 1
  • Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin: 3 bûyer
  • Rojnamegerên derbarê wan de Lêpirsîn hatiye destpêkirin: 2
  • Rojnamegerên hatine cezakirin: Li 11 rojnamegeran 29 sal û 6 meh û 16 roj cezayê girtîgehê û 14 hezar û 80 TL cezayê pere hatiye birîn.
  • Rojnamegerên darizandina wan didome:: 36 dosya û 106 rojnameger
  • Rojnameyên ku cezayê îlan û reklam li wan hatiye birin: 2 rojname û 7 roj ceza
  • Cezayên RTUK’ê: 2 TV û 4 ceza
  • Astengkirina malperên înternetê: 120 nûçe û 2 malperên înternetê
  • Hejmara rojnamegerên girtî (heta 6’ê nîsan 2021’an): 76 AMED
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar