Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 18 Nisan 2025

Di 3 mehên 2025’an de 14 hezar û 478 kes hatine girtin

Di 3 mehên dawîn ên sala 2025’an de 14 hezar û 478 kes hatin girtin. Hejmara girtiyên li girtîgehên ku kapasîteya wan 299 hezar û 940 e, bi zêdebûna dawî re gihîşt 398 hezar û 694 kesan.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevahî 395 girtîgeh hene û kapasîteya wan 299 hezar û 940 kes e, lê niha ev hejmar gihîştiye 398 hezar û 694 hezar kesî. Bi vê rêjeyê re 98 hezar û 754 kes li derveyî kapasîteya girtîgehan e û kapasîteya wan ji sedî 133,93 derbas bûye. Bi taybetî bi girtinên ku di encama operasyonên li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de hatin kirin ev hejmar zêdetir bû.

Li gorî daneyên Wezareta Dadê, beriya girtina 10 girtîgehan hejmara girtîgehan 405 bû û ji 1’ê Çileyê ve 384 hezar û 216 kes di girtîgehan de bûn. Ev hejmar di meha Sibatê de 8 hezar û 240 kesî zêde bû û derket 392 hezar û 456 kesan. Di meha Adarê de her çend 10 girtîgeh kêm bûbin jî, hat diyarkirin ku li gorî meha Çileyê hejmara girtî û hikumxwaran 14 hezar û 478 kes zêde bûye. Wezareta Dadê hêj daneyên meha Nîsanê aşkere nekiriye, lê tê payîn ku rêjeya tijîbûna girtîgehan di meha Nîsanê de li gorî meha borî zêde bibe.

Zêdebûna kapasîteya li girtîgehan ji destpêka salên 2000’î û vir ve didome. Hat dîtin ku hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehan 8 qat zêde bûye û di sala 2000’an de bûye 49 hezar û 512, di sala 2020’an de 266 hezar û 831, di sala 2022’an de 341 hezar û 497, di sala 2025’an de jî bûye 398 hezar û 694.

Li gorî daneyên sala 2025’an ên Wezareta Dadê hejmara personelên li girtîgehan dixebitin 63 hezar û 214 ye, ji budçeya 2025’an jî ji bo lêçûnên van girtîgehan 18,5 milyar lire hatiye veqetandin. Ev hejmar li gorî sala 2024’an ji sedî 30 zêde bûye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar