Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Di 4’ê nîsanê de dê li Şengalê gul û dar bên çandin

Xelkên Şengalê xwe amade dikin 4’ê nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cihê pîroz bike. Bi taybet li baxçeyekî ku diyarî Ocalan tê kirin têkildarî 4’ê nîsanê xebat tên kirin.

‘Baxçeyê Serok Apo’ ku di 4’ê nîsana 2015’an de li Deriyê Kersê dest bi avakirina wê hatiye kirin, di 4’ê nîsana 2016’an bi girseyî hatibû vekirin. Di sala 2017’an de ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatibû bombebarankirin.

Şervanên YBŞ’ê yên heman salê dest bi çêkirina wê kirin, dê di 4’ê nîsana îsal ji ber vîrûsa koronayê di nava xwe de rojbûna Ocalan pîroz bikin. Her wiha pîrozbahiya di 4’ê nîsanê ji derveyî vê wê gel li mal û baxçeyên xwe jî pîroz bikin.

Der barê mijarê de şervanê YBŞ’ê Helses Koço destnîşan kir ku piştî êrîşa qirker a di 3’yê tebaxa 2014’an û şûnde, bi taybet di 2015’an ve rojbûna Ocalan bi girseyî pîroz dikin. Koço wiha domand: “4’ê nîsanê bi taybet ji bo xelkê Şengalê û şervanên Şengalê rojeke pîroz û bi wate ye. 4’ê Nîsanê ji bo gelê êzdî rojeke pîroz e. Bi saya 4’ê nîsanê li dijî fermanan em xwe diparêzin û fêrî xweparastinê bûn.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar