Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 19 Nisan 2025

Di 8 salan de zêdetirî 135 hezar kesan ji Başûr koç kirine

Di navbera heşt salan de 135 hezar 700 kesan ji Herêma Kurdistanê koçî derveyî welat kirine. Ji wan, 366 kesan di riya koçberiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Ji başûrê Kurdistanê ber bi welatên Ewropa koç dewam dike. Tê zanin ku bi hezaran kes li ser sînorê Polonyayê ji derbasî Bela Rûsê bibin berhev bûbûn. Li gorî amarên Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyane Herêma Kurdistanê, tenê di nava 8 salên borî de zêdetirî 135 hezar kesan ji Herêma Kurdistanê koçî derveyî welat kirine.

Di dawiya sala 2013’an de pêleke din a koçberiya welatiyên Herêma Kurdistanê ya ber bi welatên Ewropayê dest pê kir. Pêla koçberiyê ya vê carê ne tenê ciwan bûn, belkî bi sedan malbat ketin ser riya çûn û nehatinê. Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyane Herêma Kurdistanê ku ofîsa wê ya sereke li navçeya Ranyayê ye, amarên li ser koça welatiyan a di navbera salên 2014-2022’yan de belav kirin.

Li gor amarên komeleyê belav kirine, di nava heşt salan de 135 hezar 700 kesan ji Herêma Kurdistanê koçî derveyî welat kirine. Ji wan 366 kesan di riya koçberiyê de jiyana xwe ji dest daye. Ji bilî wan jî hejmareke zêde winda ne û heta niha hejmara kesên winda li berdest nîn e.

Serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyane Herêma Kurdistanê Ebobekir Elî der barê mijarê de axivî û got; “Sedemê sereke yê koçberiyê û venegerîna ciwanan a Herêma Kurdistanê ew e ku bêdadiyeke zêde, bêkarî û nebûna derfetên kar heye. Her wiha tu hêviyeke zelal ji siberojê tune ye.”

Di dewamê de serokê komeleyê da zanîn ku ji ber rewşa xirab a darayî û pirsgirêkên ku bi salan e ketine serhev ji sala 2014’an ve dubare koçberiyê dest pê kiriye û got, “Ji wê demê ve hejmareke zêde ya welatiyan berê xwe didin derveyî welat. Di beramber de jî kêm kes vedigerin. Yên divegerin jî ji ber vê rewşa xirab a heyî ku yasa ne serwer in û her wiha rewşeke xirab a aborî heye û xizmetguzarî kêm in, di warê derûnî de ne rehet in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar