Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

‘Di aloziya Rojhilat Navîn de kurd divê bi baldar bin’

KNK bi boneya salvegera damezirandina xwe, li Hewlêrê bi nûnerên partiyên siyasî û derdorên cuda re civiya. Ji endamên KNK’ê Feryad Hîranî got ku Rojhilata Navîn di rewşeke krîtîk re derbas dibe û divê gelê kurd ji bo rewşa heyî hişyar be

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya salvegera damezirandina xwe, li avahiya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Hewlêrê bi nûnerên partî û kesayetên başûrê Kurdistanê re civînek li dar xist. Di civînê de yekitiya neteweyî ya gelê kurd û rewşa niha Rojhilata Navîn bi berfirehî hate nirxandin.

Di civînê de gelek kesayet, partî û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê jî amadebûn. Der barê mijarê de endamê KNK’ê Feryad Hîranî axivî û da zanîn ku wan di civînê de têkildarî kar û xebatên wan ên heta niha agahî parve kirine. Hîranî got ku wan xwest ku fikrên kesên beşdarî civînê bûyîn, ên der barê mijara neteweyî û parastina mafên kurdan ên li her çar parçeyên Kurdistanê de bigrin.

Hîranî destnîşan kir ku Rojhilata Navîn niha ber bi rewşeke metirsîdar ve diçe û divê di vê rewşê de gelê kurd baldar be. Hîranî bi lêv kir ku divê gelê kurd bi hostayî nêzî rewşê bibin da ku bikarin sûd wergirin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar