Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Di çalakiya gerîlayan de 2 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li navçeya Başan a Îdirê û li Çelê ya Colemêrgê li artêşa tirk xistine. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyan de 2 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla yên li Îdir û Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de, di 24’ê kanûnê saet di 18.00’an de li naçeya Başan a Îdirê li dijî leşkerên qereqola Axuriyê çalakî pêk anîn. HPG’ê da zanîn ku di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.

Di berdewamê de jî HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, li dijî hêzên artêşa tirk ên li ser Girê Koordîneyê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di 24’ê kanûnê saet di 14:30’an de çalakî pêk anîn. HPG’ê daxuyand ku di çalakiyê de li çeper û stargehên leşkerên tirk hatiye xistin. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de her çiqas kuştî û birîndarên artêşa tirk çêbibin jî hejmara wan nehatiye zelalkirin. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar