Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Di çalakiya HRE’yê de 2 leşkerên tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de li Efrînê 2 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatine kuştin û 5 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî artêşa tirk û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HRE’yê da zanîn ku li Efrîn û derdora wê çalakî û operasyonên hêzên wan ên li dijî artêşa tirk a dagirker û komên wê yên çete bênavber didomin.

HRE’yê destnîşan kir ku hêzên wan di 11’ê çileyê de li derdora gundê Basûfan ê Şêrawa ya Efrînê li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa tirk çalakiyeke bi bandor pêk anî û wiha domand: “Di çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Di heman demê de hêzên me li derdora gundê Meryemîn ê Şerayê li dijî baregheke leşkerî ya artêşa tirk a dagirker çalakî pêk anî lê encamên wê nehat zelalkirin.”

Di berdewamê de jî HRE’yê daxuyand ku artêşa tirk a dgirker û çeteyên wê bi obusan gundên Başemrê, Soxanekê, Tinnib, Şewarxa, Malîkiyê û Merenazê topbaran kirin û gundê Şewarxa yê jî bi droneyê bombebaran kirin. HRE’yê da zanîn ku di encama êrîşan de ziyanên madî pêk hatin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar