Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

‘Di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rola Rêveberiya Xweser dê mezin be’

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava re deriyên dîplomasiya navneteweyî li wan bêhtir vebûne û wiha got: “Me jî di hevdîtinan de gelek mijar nîqaş kirin. Dê di pêvajoya çareseriya aloziya Sûriyeyê de Rêveberiya Xweser xwedî rolekî girîng be.”

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet jî piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, hem bi dewletên Rojhilata Navîn û hem jî yên ewropî re gelek hevdîtin kirin. Di heman demê de nûnerên MSD’ê di qada navneteweyî de tev li gelek civîn, forum û kongreyan bûn. Têkildarî xebatên dîplomatîk ên MSD’ê û Rêveberiya Xweser de hevserokê MSD’ê Riyad Derar ji ANHA’yê pirsên Ehmed Mihemed bersivandin.

Riyad Derar anî ziman ku serdanên wan hê jî didomin û wiha got: “Serdanên li Bruksel, hevdîtina bi nûnerên dewletên ewropî û beşdarbûna civîna nûnerên dewletên ewropî ya li ser êrîşên dewleta tirk a li Brukselê girîng bûn. Me bi wezaretên karên derve yên welatên ewropî, rojavayî û erebî re, bi parlamentoyên dewletan re hevdîtin kirin. Cara yekemîn bû ku bi wezaretên karên derve re hevdîtin hatin kirin. Di demên berê de ev têkilî bi aliyên siyasî yên nefermî re dihatin kirin. Lê em di mijara dîplomasiya navneteweyî de bihêztirin. Gelemperî ew dixwazin hevdîtinan dikin. Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê di mijara pêşxistina karên dîplomasiyê de bû pêleke mezin. Deriyên derve ji bo danasîna projeya me vekirin.”

Hevdîtinên li welatên ereban

Derar diyar kir ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek dewletên weke Îmarat, Erebistana Siûdî, Urdin û Misrê re jî kirin û wiha domand: “Ev hevdîtin jî li ser esasê rewşa Sûriyeyê, êrîşên dewleta tirk û bandora wan û mekanîzmaya dan û standinê pêk hatin. Li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Misrê jî em tev li kongreya wezaretên derve ya têkildarî êrîşên dewleta tirk de hatiye lidarxistin bûn. Welatên ereb em pir bi germî pêşwazî kirin. Komara Misrê dikare dewletên ereb kom bike. Heke ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê xwe bide ber, em ê piştgiriyê bidin.”

Mijarên hatin nîqaşkirin

Bi domdarî jî Derar ev tişt anî ziman: “Di serdanan de gelemperî êrîşên dewleta tirk, bisînorkirina wan êrîşan, çareserkirina aloziya li herêmê, endamên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê û malbatên wan û hwd. hatin nîqaşkirin. Her wiha pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin nîqaşkirin. Hem dewletên rojavayî û hem jî yên ereb ji ber êrîşên dewleta tirk bi bertek bûn. Lê bandoreke mezin a dewleta tirk li ser Ewropayê heye. Ji xwe di hevdîtinan de encamên neyînî yên artêşa tirk ên li ser pêşeroja herêmê û Ewropayê jî hatin nîqaşkirin.”

‘Her dewletek li gorê hesabên xwe tevdigere’

Herî dawî jî Riyad Derar ev tişt destnîşan kir: “Ji bo mijara DAIŞ’ê û malbatên wan çend projeyên dewletên ewropî hene. Lê hê jî bi Rêveberiya Xweser re lihevkirinek çênebûye. Niha gelek senaryo hene lê di asta nîqaşan de ne. Em ê di çareseriya aloziya Sûriyeyê de di pêşerojê de bibin parçeyeke girîng. Me di hemû hevdîtinan de ev yek anî ziman. Vetoya dewleta tirk a ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tev li civînên navneteweyî nebe, lawaz bûye. Ji ber ku hevrikên dewleta tirk zêde bûne. Bêguman her dewletekê hesabên xwe hene. Em jî dê di rojên pêş de xebatên xwe yên dîplomatîk zêdetir bikin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar