Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Di destwerdanek mûhtemel a li Iraqê de rola baregehên Tirk

Bi sala ye dewleta Tirk Baas’iyên Iraqê û hinek komên Tirkmen çekdar dike û perwerde dike, dîsa bi hawirdekirina bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê bi rêya PDK’ê, avakirina bi dehan baregehên leşkerî li Dihok û Mûsilê dide nîşan ku ka Iraq di bin metirsiyeke çiqas mezin de ye. Xeteriya li ser Iraqê pir zêdetir e.

Hemû pêşbînî wisa nîşan didin ku senaryoya li Sûriyeyê pêkhat, wê li Iraqê jî bikeve meriyetê. Heta wê ji Sûriyeyê jî xetertir û dijwartir bibe. Hem zemîna parçebûna siyasî, etnîkî, olî û mezhebî û leşkerî pir zêde ye, hem jî pirgirêkên ku bûne girêk yên 22 salan li Iraqê heye. Bi taybet pirsgirêkên di navbera Sûne, Şîe, Kurdan de, dîsa etnîk û baweriyên din ên kêmîne yên hatine paşçavkirin û zilm li wan hatiye kirin hene. Li kêleka evqas pirgirêkên mezin, bi şerê DAIŞ’ê re civaka ku parçeyîbû, zêdetir parçebû. Ji her seriyek tiştek derdikeve û hîn jî hêza xwe nekariye kom bike. Ji ber destwerdanên dewletên herêmê û cîhanî, nekarî bibe dewleta hemû Iraqiyan, bû dewleteke bi wekalet a pir serî. Weke pîşesaziya çek jî li binî xistiye û piştî hilweşîna rejîmê nekariye pîşesaziya çek pêşbixe. Niha di warê leşkerî de jî pir parçeyi ye ku ji bo ewlekariya wê ya nîştîmanî xeteriyên cidî çêdike.

Dewleta Tirk ku ji sala 1983’an ve bê navber sînorê Iraqê binpê dike, bost bi bost axa Başûrê Kurdistanê dagir dike. Lê ji sala 2019’an ve bi êrîşên dagirkeriyê yên berfireh ên li dijî Xakûrkê, Heftanîn, paşê Metîna, Zap û Zagrosê dagirkeriya xwe her sal dijwartir kir. Li nava axa Iraqê, çekên qedexekirî li dijî gerîlayên ku ax û rûmeta wan diparast bikaranî. Bi dehan alav û çekên giran bi destê PDK’ê û erêkirina Iraqê derbaskirin. Bi dehan baregehên mezin û biçûk li Iraqê çêkir. Bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê, lê bi armanca dagirkirina Mûsilê di sala 2015’an de baregeheke mezin a dewleta Tirk hate çêkirin. Her sal hejmara leşkerên xwe yên dagirker zêdekir. Ya herî girîng jî bi hinceta têkoşîna bi DAIŞ’ê re, bi hevkariya PDK’ê bi dehan komên çekdar yên paramilîter û çete perwerde kir. Ji Tirkmenan bigire, heya çeteyên ‘Roj’, ji Baas’î heya cîhadîstan gelek komên çete li vir hatin perwerdekirin. Di nav dilê Iraqê de û li herêmeke gelek stratejîk ku para xwe dibîne û dixwaze îlhak bike de bi hevkariya PDK’ê dagirkeriya xwe ya li vir mayînde kir. Hebûna baregeha Başîkayê gefê li Mexmûr, Şengal û heta Rojava jî dixwe. Di rastiyê de, gefa herî mezin li Iraqê dixwe. Tevî ku fraksiyonên Şîe hinek caran li parlementoya Iraqê daxwaza derxistina hêzên Tirk ji Iraqê û bi taybet jî daxwaza valakirina baregeha Başîqayê kirin jî, lê pey neketin û bicîh ne anîn. Parlamento helwest nîşan dabe jî hikûmetên bi dewleta Tirk re di nava tifaqê de biryarên parlementoyê bicîh ne anîn. Destê Iraqê di warê qanûnî de xûrt bû ku pêşî li dagirkeriyê bigire, lê nekir!

Herî dawî piştî serdana Erdogan a ji bo Bexdayê ku di 22’yê Nîsana 2024’an de pêkhat, paşê mûtabaqata Enqere-Iraqê, bi temamî rê li dagirkeriya Tirk vekir û rewatî pê hate dayîn. Ev tawîz herî zêde di dema serokwezîrtiya Mistefa Kazimî de çêbû, Sûdanî jê dewir girt û siyasetekê ku zêdetir radestê dewleta Tirk dibe esas girt. Di rastiyê de bi peymana 9’ê Cotmehê ya bi fermana dewleta Tirk ji aliyê Kazimî û Barzaniyan ve hate îmzekirin, lê rastî berxwedana civaka Êzidî hat û negihîşt armanca xwe, her wiha piştî êrişên dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayan ve hatin têk birin, dewleta tirk di bin navê têkoşîna dijî ‘terorê’ de fişareke mezin xist ser Iraqê û ew jî kir hevparê van sûcên xwe. Bi vî awayî dagirkeriyê bi destê Iraqê pêkanî. Heya niha jî sewqiyeta leşkerî ji bo Başûr tê kirin û Iraq pêşî lê nagire.

Îsraîl çawa li Sûriyeyê çeteyên dewleta Tirk ji bo hilweşandina rejîma Esed bikaranîbe, dibe li Iraqê ji wê ya xiraptir jî bike. Ji ber bi sala ye dewleta Tirk Baas’iyên Iraqê û hinek komên Tirkmen çekdar dike û perwerde dike, dîsa bi hawirdekirina bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê bi rêya PDK’ê, avakirina bi dehan baregehên leşkerî li Dihok û Mûsilê dide nîşan ku ka Iraq di bin metirsiyeke çiqas mezin de ye. Eger heya niha Îsraîl, Amerîka û Brîtanya li dijî pêşveçûn û dagirkeriya Tirk derneketiye jî ji ber razemeniya ji rojeke wisa re bûye. Tenê yên li pêşiyê bûn asteng dîsa gerîlayên PKK’ê bûn. Dewleta Tirk dixwaze xeyalên xwe yên Osmaniyan pêk bîne, hêzên navnetewî jî dixwazin ji vêya sûd werbigirin û vê hewesa wê ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin. Ancax xwe bikaranîna dewleta Tirk nayê wê wateyê dê dor neyê wê. Xwe bide bikaranîn jî wê ev hêzên navnetewî ji derveyî pariyeke biçûk tiştek din nedin dewleta Tirk. Bi gotineke din dibe Tirkiye hem ji dêrê hem ji mizgeftê bibe!

Lewma xeteriya li ser Iraqê pir zêdetir e. Iraq bixwe di nava xwe de parçeyî ye, Şîe, Sûne û Kurd parçe ne. Şîe di nava xwe de parçe ne, Kurd di nava xwede parçe ne û Sûne jî di nava xwe de yekgirtî nînin. Jixwe ji ber welatekî demokratîk nîne mafê pêkhateyên weke Êzidî, Mesîhî û yên wekî wan jî nas nake.Hem ne demokratîke, hem jî hikûmetên Sûdanî û Kazimî hiştin ku dewleta Tirk xwe li Iraqê tam bi cih bike ku weke şûrekî li ser stûyê wan be. Herî dawî Serokê Koalîsyona Fetîh (Şîe) Hadî Amirî heya meha Îlonê dem ji Tirkiyeyê re da ji bo ji Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) vekişe. Lê Amirî gelek dereng ma. Ji ber yê ji nava Şîeyan hinekî xwe nêzî dewleta Tirk kir û bi wan re di pişt perdeyan de li hev dikir, dîsa Amirî bû. Herçend daxuyanî di cih de be jî, lê daxuyaniyeke dereng mayî ye û ne diyar e heya hema Îlonê wê çi bibe.

Ji derveyî dewleta Tirk aktoreke din a di parçekirin û alozkirina Iraqê de roleke neyînî û sereke bilîze jî wê PDK be. PDK tevî ku lawaz e jî bi pişt dayîna Îsraîlê ji niha ve zimanê xwe tund kiriye.

Peywendiyên ne pak ên PDK’ê û malbata Barzaniyan a bi Îsraîlê re tê zanîn û dîrokî ye. PDK heya niha bi xwe dayîna bikaranîn kariye desthilata Başûr di destê xwe de bigire û qutê xwe ji vir digire. Bêyî piştgiriyeke navnetewî, PDK nikare du gotin ji bo Iraqê bike. Di dema refandûmê de digot, ‘Bay bay Iraq’, piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û li ser daxwaza hêzên navnetewî bi temamî bi sîstema navendî ve hate girêdan. Yanî her çû ji bo di nava hikûmeta navendî de meqamek biçûk an jî mezin bigire, xwe li ser piyan bigire têkoşiya. Lê timî bi Iraqê re di diyalektîka peywendî û nakokiyê de ma. Nakokiyên xwe ji bo rojek rakir, ew jî ji deme re hişt, ji bo kengê dema wê hat bikar bîne. Piştî berfirehbûna hegemonya Îsraîlê li herêmê, PDK jî zimanê xwe li hemberî Iraqê hêdî hêdî tûj dike. Ev jî nîşaneyên wê ye ku dê PDK di destwerdaneke mûhtemel a li Iraqê de û di parçekirina Iraqê de li gel yên destwerdan bikin cih bigire.

Senaryoya her timî tê nîqaşkirin parçebûna Iraqê li ser Kurd, Sûne û Şîeyan e. Ancax yên behsa van senaryoyan dikin, qet behsa çarenûsa pêkhate, etnîk û baweriyên din ên li Iraqê nakin û di rewşeke mûhtemel de ewê bandoreke çawa bikin, nayê zanîn û nîqaşkirin. Lê Êzidiyên li Iraqê dijîn wê di diyarkirina Iraqeke nû de bibin yek ji dînamîkeke herî zindî û nû ya siyasî. Ji ber vêya ji peymana 9’ê Cotmehê bigire heya mûtabaqatên herî mezin ên di navbera Iraq û dewleta Tirk û PDK’ê de timî li ser Şengalê û Êzidiyan bûye. Tevî ku ciheke biçûk e jî, çima hesabeke mezin ji bo wê tê kirin, pêwîstî bi analîzekî heye. Lê Şengal wê li Iraqê nûnertiya xeta sêyemîn a netewa demokratîk bike û ji bo hemû kêmîniyan bibe hêvî.

Çavkanî: Meryem Elî -Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar