Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Di doza ‘Bijî Serok Apo’ de biryara beraetê

Dadgeha Berlînê, di doza kurdistaniyekî de ku ji ber berzkirina dirûşma ‘Bijî Seork Apo’ dihate darizandin, biryara beraetê da

Li paytexta Almanya Berlînê, 13’ê adara 2018’an ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û komên çete yên li ser Efrînê, xwepêşandaneke girseyî hatibû lidarxistin. Polîsên alman ên bi baldarî xwepêşandan şopandin, dîmenê kurdistaniyekî tespît kirin ku ala YPG’ê di destê wî de bû û tim û tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz dike û lêpirsîn li wî vekirin.

Piştî bidawîbûna lêpirsîna polîsan, li ser daxwaza dozgeriya Berlînê bi hinceta ‘qedexeya li ser PKK’ê, li Dadgeha Eyaletê ya Berlînê doz hate vekirin. Heyeta dadgehê, bi destpêkirina dozê re diyar kir ku qîrîna dirûşma “Bijî Serok Apo” di çarçoveya “azadiya îfadeyê” de ye û biryar da ku rakirina ala YPG’ê jî ‘sûc’ nîne.

Ala YPG’ê sûc nîne

Li gorî nûçeya ANF’ê di dewama biryara dadgehê de hat destnîşankirin ku YPG û YPJ li Almanyayê qedexe nîne. Parêzerê dozê Lûkas Theûne diyar kir ku biryara dadgehê ji bo dozên bi heman rengî yên li bajarên din ên Almanyayê dê bibe mînak. Parêzer Theûne wiha got: “Ya herî girîng jî ew e ku bi destpêkirina dozê re yekser ev biryar hatiye dayîn. Yanî dadgehê bi rengekî vekirî nîşan da ku qîrîna dirûşmekê, ya jî vekirin ala YPG’ê sûc nîne.”

Theûne got ku piştî biryara beraetê ew li bendê ne ku dozgerî lêpirsînê bigire. BERLÎN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar