Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin

Danişîna doza endam û rêveberên OHD’ê û TUHAD-FED’ê bi hinceta ku şahid nayên dîtin, hat taloqkirin.  

Derbarê 49 endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ku bi KHK’ê hatibûn girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” doz hatiye vekirin û tên darizandin. Danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin.

Parêzerên tên darizandin Ayşe Aciniklî, Ramazan Demîr, endamên TUHAD-FED’ê Recep Belek û Hidir Mayda û her wiha parêzerên wan Serhat Çakmak, Ferat Bogatekîn û gelek kes tev li danişînê bûn.

Parêzer Serhat Çakmak pirsa “şahidan” kir û got di danişînek berê de biryar hatibû dayîn bînin danişînê.

Dadgehê diyar kir ku şahid nehatine dîtin û ji ber vê yekê ew neçarin danişînê taloq bikin û dozger jî xwest kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin.

Dadgehê biryar da ji bo şahid Hakan Îlhan were guhdarîkirin, sepana kontrola edlî bê rakirin û danişînê taloqî 24’ê adarê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar