Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Di doza Ozgur Gundemê de li 4 kesan ceza hat birîn

Danişîna 4’emîn a doza sereke ya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hatibû girtin li Dadgeha Cezayê Giran 23’yemîn a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan

Di doza Ozgur Gundemê de li xwediyê rojnameyê Kemal Sancili, Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û Derhênera Weşana Giştî ya Nobedar Eren Keskîn li her yek ji wan 6 sal û 3 meh, li Derhênerê Weşanê Zana Kaya jî salek, 13 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Danişîna 4’emîn a doza sereke ya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hatibû girtin li Dadgeha Cezayê Giran 23’yemîn a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a wê demê Hevgerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedariyê kiribû, Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameyê Înan Kizilkaya, xwediyê rojnameyê Kemal Sancili û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya ji dozê bi îdiaya “Yekîtiya dewletê û tevahiya welat xera kirine”, “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” dihatin darizandin. Eren Keskîn û Înan Kizilkaya di danişînê de amade bûn û Kemal Sancili û Zana Kaya beşdarî danişînê nebûn.

Keskîn û Kizilkaya parastina xwe kirin. Piştre şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê li Sancili, Kizilkaya û Keskîn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li her yek ji wan 6 sal û 3 meh cezayê zîndanê birî. Dadgehê bi îdiaya “paropagandaya rêxistinê” salek û 13 meh jî cezayê zîndanê li Zana Kaya birî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar