Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Temmuz 2025

Di êrîşa dijî Hewlêrê de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn

Li gorî hevpemaniya navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengiya Amerîkayê, di encama êrîşa duh a li dijî konsolosxaneya Amerîka û balafirgeha navneteweyî ya Hewlêr de, taşeronek amerîkî hatiye kuştin. Her wiha hinek endamên hevpeymaniyê, çend taşeron û leşkerekî amerîkî jî birîndarbûne

Şevê din li dijî hêzên hevpeymaniya navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê li Hewlêrê êrîşek bi mûşek pêk hat. Li gorî têgotin, zêdeyî 10 mûşek hatine avêtin, 8 teqîyane, 2 mûşek ji aliyê hêzên hevpeymanî ve li hewa hatine bêbandorkirin. Ji van 2 mûşek li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, hinek li konsolosxaneya Amerîka, 3 mûşek jî taxa Wezîran ketiye.

Li gorî daxuyaniya Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê taşeronek amerîkî ku li gel hêzên wan bûye hatiye kuştin û 6 taşeron jî birîndar bûne.

Lê Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ragihandiye, taşeronek sivîl hatiye kuştin, çend endamên hevpeymanî, leşkerekî amerîkî û çend taşeron jî birîndar bûne.

Wezareta Tendûristiyê ya Herêma Federal a Kurdistanê jî amareke cûda da û diyar kir 3 kes birîndar bûne, yek ji wan nobedarê konsolosxaneyê bûye.

Ji daxuyaniya hevpeymaniyê û Amerîkayê tê fêmkirin, hêzên Amerîka yên li Hewlêrê hatine hedefkirin û dibe mûşek arasteyê baregeheke wan a leşkerî hatibe kirin.

Piştî êrîşê şevê din liv û tevgera balafirên Amerîkayê li ser ezmanê Hewlêrê çêbû.

Serokê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê diyar kir ku wan ji bo tespîtkirina berpirsên êrîşa şevê din, bi hemahengiya hêzên federal ên Iraqê re lêpirsîn û lêkolîn dane destpêkirin.

Li gorî hêzên dijî teror a başûrê Kurdistanê jî wesayîtek ku tê îdîakirin a êrîşkarane îmhakirine, lê nayê zanîn xwediyê vê wesayîta êrîş pê hatiye kirin kî ye? HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar