Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Di êrîşê dewleta nemirov a dagirker de şervanekî HSD’ê şehîd ketiye

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HSD'ê daxuyaniyek da û got, dewleta nemirov a tirk bê navber êrîşê xwe yên li ser herêmê didomîne. Di encama van êrîşan de hevrêyê me Wîsam Hesen Casim şehîd ketiye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji ber karesata erdhejê li Tirkiye û bakurê Sûriyeyê bi deh hezaran kes bûn qurbanî, zirarên mezin pêk hatin, bi milyonan jî bê cih û war man. Her wiha metirsiya erdhejên muhtemel ên mezin heye. Li gel vê rewşê artêşa tirk a dagirker hedefgirtina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hemû cureyên çekan û bakafirên keşfê yên biçek, tank, topavêj û erebeyên bombebarkirî, didomîne.

Duh dema şervanê me Wîsam Hisên Casim li noqteyeke me ya li Eyn Îsayê erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di topbarana dewleta dagirker de şehîd bû.

Careke din rûyê nemirovî yê dewleta dagirker ku karesata erdhejê bi awayekî ne exlaqî îstismar dike, aşkere bû.

Em her dem tekeziyê bi pêkanîna hemû pîvan û qanûnên navneteweyî yên têkildarî şeran dikin. Di heman demê de em mafê xwe yê parastina gel û herêmên xwe û tolhildana şehîdên xwe bi cih tînin.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Em ê li hember zêdegavî û êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêm û gelê me, destgirêdayî nemînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Wîsam

Nav û Paşnav: Wîsam Hesen Casim

Navê Dayikê: Fewziye

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Girê Spî, Gundê Sexîra, 1990

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa, 28 Sibat 2023.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar