Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 12 Haziran 2025

Di hefteyekê de 3 ciwanên HDP’yî hatin revandin

Meclisa Ciwanan a Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê derbarê revandina endamên xwe û lêferzkirina sîxûriyê ya li ser endamên xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci û ciwan beşdarî civînê bûn.

Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci di civînê de axivî û diyar kir ku dewlet her cûre zextê li ser ciwanan pêk tîne û van sepanên lêferzkirina sîxûriyê û revandinê sepanên salên 1990’î tîne bîra wan û ew ê van sepanan qebûl nekin.

Pişt re parlamenter Hasan Ozguneş axivî û da zanîn ku revandina hevalên wan ciwan metirsiyekî bi xwe re tîne û bang li dewletê û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû kir ku kî li pişt wan hebe bila derxin holê û got ku wê tu hêz nikaribe pişta siyaseta wan bişkîne û dê bibin şopdarê van bûyeran.

Gefan li wan dixwin

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mûrat Yaşa anî ziman ku her cûre zext li ser endamên wan didomin û di hefteyeke dawî de 3 endamên wan ji aliyê kesên xwe wek polîsan didin nasîn ve bi darê zorê hatine revandin û sîxûrtiyê li wan ferz kirine.

Yaşa da zanîn ku wan kesên xwe wek polîsan didin nasîn gefa kuştinê li endamên wan dixwin û her wiha gefan li malbatên wan jî dixwin û got ku ew ê li dijî vê polîtîkaya bi destê dewletê li dijî endamên wan pêk tê hin bêtir bixebitin û xwe birêxistin bikin.

Her wiha HDP’yî dê mijarê bibin rojeva meclisê û gilî bikin.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar