Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Di hefteyekê de herî kêm 50 ciwanên Başûr derbasî Rojava bûn

Ciwanên başûrê Kurdistanê ji bo xurtkirina refên Berxwedana Rûmetê, kom bi kom derbasî Rojava dibin. Di nava hefteyekê de bi qasî ku tê zanîn herî kêm 50 ciwanên Başûr tev li berxwedanê bûn

Dewleta tirk a dagirker û komên wê yên çete di 9’ê cotmehê de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke qirkirinê da destpêkirin. Bi desptêkirina êrîşê re jî gelê başûrê Kurdistanê bertekên tund nîşan dan. Bi taybet jî ciwanên Başûr çalakiyên cur bi cur li dar xistin û tev li refên berxwedanê ya rojavyaê Kurdistanê bûn.

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ji bo xurtkirina çeperên berxwedanê seferberî ragihand. Piştî ragihandina seferberiyê jî ciwanên Başûr ji bo tev li ‘Berxwedana Rûmetê’ bibin, ref bi ref berê xwe dan rojavayê Kurdistanê. Li gorî agahiyan, heta niha 6 komên ciwanên Başûr yên ji bajarên Zaxo, Duhok, Hewlêr, Mexmûr, Xaneqîn, Kerkûk, Germiyan, Raperîn, Pêncwên, Silêmaniye û Hewlêrê beşdarî refên berxwedanê bûne.

Hejmar zêdetir e

Hat zanîn ku hejmara ciwanan a ku heta niha gihiştine rojavayê Kurdistanê û tev li refên berxwedanê bûne, 50 ye. Ji bilî vê hejmara ku tê zanîn, gelek ciwanan jî li ser medyaya civakî nerazîbûn nîşan dan û tev li refên berxwedanê bûne. Her wiha gelek kes jî bi înîsiyatîfa xwe ya şexsî xwe gihandine rojavayê Kurdistanê.

Çavkanî dibêjin ku hejmara ciwanên Başûr ên ku dixwazin tev li refên berxwedanê bibin zêde ye û rojane komên nû derbasî Rojava dibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar