Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya hat kirin

HDP’a Êlihê bi beşderiya gelek endam, rêveber, nûnerên partî û saziyan 2’yemîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de, banga yekitiyê hat kirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Navendî ya Êlihê, 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Dawetê ya Gala li dar xist. Nûnerên Partiya Demokratîk a Kurdistan a Tirkiyeyê (TKDP, Partiya-Bakur a Demokratîk a Kurdistanê (KDP-Bakur), Partîya Azadî û gelek nûnerên civaka sivîl beşdarî kongrê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji bo dîwana kongrê hilbijartin hat kirin. Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, di kongreyê de axivî û wiha got: “Em Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Nîzamettîn Tugûç û Hevserokê DBP’ê yê Êlihê Şukru Topkan ên hatin girtin silav dikin. Di HDP’ê de siyaset kirin zore lê tune kirina HDP’ê jî pir zore. HDP partiya gelane û gel piştgiriyê dide HDP’ê.”

Ûca: Li dijî yekitiya kurdan dijminatiyê dikin

Parlamenter Feleknas Ûca jî bal kişand ser dijminantiya kurdan û wiha axivî: “Divê li dijî dijminantiya kurdan yekitî bê avakirin. Rêberê Gelê Kurd ev 20 salin girtiye û dibin tecrîdê deye. Kêm jî be ev tecrîd hatiye şikandin. Em ê bi rihê yekitiyê têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin.”

Banga yekitiyê

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farîsogûllarî jî bal kişand ser girîngiya tevlîbûna kongreyê û wiha ev bang kir: “Li dijî komkujiyên li ser kurdan û polîtîkayên tunekirinê, yekitî û bi hevre bûn pir girînge. Em dinava yekitiyê de piştevaniya xwe mezin bikin.”

Piştî axaftinên hatin kirin, raporên malî û xebatên partiyê hatin xwendin. Dûre hilbijartina hat kirin. Di hilbijartina hat kirin de, ji bo Hevserokatiya HDP’ê ya Navçeya Navendî ya Êlihê Azad Esîn û Gûrbet Dogan hatin hilbijartin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar